​​​​​​​Li Reqayê komxebateke wêjeyî hat lidarxistin

Komîteya Çand û Şûnwaran a Meclisa Sivîl a Reqayê bi hevkariya navenda çand û hunerê ya Reqayê bi dirûşmeya "Çand ji her kesî re" komxebateke wêjeyî li dar xist.

​​​​​​​Li Reqayê komxebateke wêjeyî hat lidarxistin
​​​​​​​Li Reqayê komxebateke wêjeyî hat lidarxistin
​​​​​​​Li Reqayê komxebateke wêjeyî hat lidarxistin
​​​​​​​Li Reqayê komxebateke wêjeyî hat lidarxistin
16 sibat, 2021   14:50
REQA

Hejmareke helbestvan, wêjevanên ji Reqa, Tebqa, Kobanê, Minbic û Dêrazorê her wiha nûnerên Yekitiya Rewşenbîrên Reqayê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Partiya Pêşeroja Sûriya û Meclisa Sivîl a Reqayê beşdarî komxebatê bûn.

Di komxebatê de Hevserokê navenda Çand û Hunerê ya Reqayê Fîras Remedan axivî û got: "Em ê gelek çalakî û komxebatên çandî li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar bixin da ku têkiliyên di navbera rewşenbîrên herêmê de xurt bikin."

Paşê cîgira hevserokatiya Desteya Çand û Şûnwaran a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ronahî Hesen lidarxistina komxebatê pîroz kir û got cara yekemîne komxebateke bi vî awayî li herêmê tê lidarxistin.

Ronahî Hesen tekez kir ku komxebatên bi vî awayî ku hemû rewşenbîr û wêjevanên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tev li wan dibin, biratiya gelan xurt dike.

Paşê sînevizyon der barê wêjevan Abdullselam El-Icêlî û Mehmûd El-Zexîra yên nemir, hate pêşandan.

Paşê beşên komxebatê dest pê kir. Yê yekem kurteçîrok, yê duyemîn helbesta akademîk û yê sêyemîn helbesta gelêrî bû.

Di beşê kurteçîrok de, 6 wêjevan, di beşê helbest de jî 16 helbestvan û di beşê helbestên gelêrî de 15 helbestan berhemên xwe pêşkêş kirin.

Tê zanîn ku cara yekemîne komxebateke bi vî awayî li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê lidarxistin.

(bx)

ANHA