QSD: Diyalogên partiyên kurdî stratejiya me ya gihaştina diyalogên Sûrî-Sûrî ye

QSD`ê destnîşan kir ku diyalogên di navbera partiyên kurdî yên li Sûriyê de beşek ji stratejiya hêza wan e da ku bibe destpêka diyalogên sûrî-sûrî. Her wiha got, her du aliyan di danûstandinên berê de gavên baş avêtine.

QSD: Diyalogên partiyên kurdî stratejiya me ya gihaştina diyalogên Sûrî-Sûrî ye
16 sibat, 2021   14:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî diyalogên di navbera PYNK û ENKS'ê de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye: "Hêzên Sûriya Demokratîk teqez dike ku ew pabendî insyatîfa xwe û misogerkirina diyalogên kurdî-kurdî ye, da ku armanca yekrêzî û yekkirina xîtaba siyasî ya di navbera Partiyên Yekitiya Niştimanî ya Kurd û Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê de pêk were.

Hebûna hin nakokiyan di nêrînên her du aliyan de tiştekî normal e. Lê ya girîng ew e ku di dema diyalogan de îradeyeke siyasî hebe da ku nakokî werin derbaskirin û rihê berpirsyartiyê derkeve pêş. Her wiha divê berjewendiya giştî di ser berjewendiya partiyekî re were girtin. Em hêvî dikin ku daxuyaniyên ragihandinê yên ji kijan alî ve dibe bila bibe li pêşiya diyalogan nebe asteng.

Di danûstanên berê de her du aliyan pêşketinên ber bi çav pêk anîne û gavên cidî avêtine. Pêşbiniya me pir mezin e ku di demên pêş de gavên mezintir ber bi rêya serxistina diyalogan ve bêne avêtin, da ku bighêjin lihevkirineke li ser bingeha niştimanî ya sabit.

Diyalogên di navbera partiyên kurdî yên sûrî de beşek ji stratejiya Hêzên Sûriya Demokratîk e ku bibe destpêka diyalogên sûrî-sûrî, da ku tevahî pêkhateyên sûrî di nav xwe de bigire. Em bi hemû dostan re dixebitin da ku diyalogên di navbera Sûriyan de bibe rastiyeke şênber û misogerikirina pêşerojeke ronî ji gelê Sûriyê yê ku gelek azar kişandiye û bi salan e li hemberî teror, dagirkerî û rejîma dîkator gelek qurbanî daye."

ANHA