Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 2 kes bi nexweşiya korona mirin

Desteya Tendirustiyê ragihand ku îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 2 kesan ji ber nexweşiya koronayê jiyana xwe ji dest dane û 7 kes jî pê ketine.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 2 kes bi nexweşiya korona mirin
16 sibat, 2021   14:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa diyar kir ku kesên ku bi korona ketine 4 jin in û 3 jî mêr in û ji van herêman in:

Hesekê: 3

Qamişlo: 1

Minbic: 3

Her wiha Ciwan Mistefa tekez kir ku 2 kesan jiyana xwe ji dest dane û 3 kes jî baş bûne.

Hejmara pêketiyên korona li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihaşt 8 hezar û 579 kesan, ji wan 306 kes mirine û hezar û 236 kes jî baş bûne.

ANHA