Serlêdana parêzeran a ji bo hevdîtina bi rêber Ocalan re nehat qebûlkirin

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li serdozgeriyê dan, lê serlêdan nehate qebûlkirin.

Serlêdana parêzeran a ji bo hevdîtina bi rêber Ocalan re nehat qebûlkirin
16 sibat, 2021   13:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji parêzerên rêber Abdullah Ocalan Newroz Ûysal, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Serlêdan serê sibehê hate kirin û li gorî agahiyan bi hinceta qedexeya hevdîtinê ya 6 mehan serlêdan hatiye redkirin.

Parêzerên Ocalan piştî 8 salan di 2 û 22'ê Gulana 2019'an û heman salê di 12-18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxê de karîbûn muwekîlê xwe bibînin.