​​​​​​​Îranê têkiliya xwe bi êrişa li dijî Hewlêrê red kirin

Îranê got  ew kiryarên li dijî ewlehiya Iraqê qebûl nake û îşareta hinek rayedarên Iraqê ku têkiliyên wê bi koma berpirsa êrişên li dijî balafirgeha Hewlêrê red kir.

​​​​​​​Îranê têkiliya xwe bi êrişa li dijî Hewlêrê red kirin
16 sibat, 2021   13:26
 NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Said Xatîbzade ji dezgehên çapemeniyê yên fermî re axivî û got: “Ewlehiya Iraqê ji bo Îranê gelek girîng e û em her kiryarek li dijî ewlehiya wê red dikin.“

Xatîbzade hewldanên biguman ji bo ku êrişê bixin stûyê Îranê şermezar kirin.

Koma bi navê Seraya Ewliya El-Dem ragihand ku ew berpirsa êrişê ye û got wê “Dagirkeriya Amerîkayê” li Iraqê kiriye hedef.

Vê sibê, hêzên ewlekariyê yên Başûrê Kurdistanê wesayîtên ku bi rêya wê moşek hatine avêtin û 4 moşekên ji cureya Katyoşka ku berê wan ber bi balafirgehê ve hatibû amadekirin, dîtin.

Duşemê 6 moşekên ji cureya katyoşka li nêzî balafirgeha Hewlêrê ket.

(şx)

ANHA