ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-02-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-02-2021
17 sibat, 2021   05:23

-Şêniyên bajarê Qamişlo sersaxî ji malbata şehîd Mihemed El-Mişel re dixwazin, konê sersaxiyê li taxa Îrbawiyê tê vedan, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- DAIŞ`iyek ku li cem QSD`ê girtîye, li xwe mikur hat ku berpirsê şaneya wan li parêzgeha Hewlêrê ya di bin PDK serweriya de ye. Ev yek gelek pirsan têkildarî asta cidiyeta PDK'ê ya di şerê li dijî çeteyan de derdixîne holê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamên PYD`ê ya navçeya Şedadê diyar kir ku komploger ji komploya li dijî rêber Abdullah Ocalan armanc dikin ku projeya neteweya demokratîk tune bikin û nasnameya gelan biçewsînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Zarokê bi navê Yezen Mihemed Elî yê ku di êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî gundê wî yê li Til Temirê birîndar bûye de, metirsiyên xwe ji hebûna dagirkeriyê li herêmê eşkere kirin û hêvî kir ku dewleta Tirk a dagirker ji herêmê bi der keve, da ku xwendina xwe temam bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Pisporê Lêkolînên Aştiyê – Çareserkirina şer – London Dr.Azad Dîwanî got: "Sekna bi aliyê dewleta Tirk re bêyî hebûna komîteyeke şopandina rastiyan, tê wateya piştgiriya sûcên rojane ku artêşa Tirk û hêzên wê yên ewlehiyê li dijî gelê Kurd, pêk tîne." (BI WÊNE).

- Gelê Kurd li hemberî Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan berxwedaneke bêhempa nîşan dide. Ev yek piştrast dike ku komplo negihişt armanca xwe ku kurdan û tevgera wan di kesayeta rêber Abdullah Ocalan de tune bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Jinên bajarê Qamişlo berxwedana gerîlayan a li Garê silav kirin û got: " Gerîla bazên azadiyê ne û şagirtên rêber Ocalan in, hemû hewldanên dagirkiriya Tirk têk birin û derbên giran li wan xistin. Berxwedana Garê berxwedaneke dîrokî ye, mîna wê tuneye." (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Dayikên gerîlayan ji bo piştgiriya zarokên xwe û silavkirina serekftina berxwedana Garê daxuyaniyekê li pêşiya navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê dikin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Hiqûqnas Xalid Cibir da zanîn ku madeyên 6-7 û 8 ên pergala Romayê ya bingehên ku di sala 1998`an de hatiye ragihandin, îşaretê bi koçberkirina bi darê zorê û sûcên şer dike û banga radestkirina van sûcdaran di serê pêşîn de artêşa Tirk ji dadgeha cezayan a navneteweyî bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

- Komîteya Çand û Hunerê ya Şehbayê li ser fîlmeke sînamayê ya nû ya bi sernavê "çîroka koçberekî" dixebite û tê payîn ku dê di demeke nêz de li kantona Şehbayê were pêşandan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Îbrahîm Şêxmûs li pêşiya dukana xwe ya biçûk rûniştî ye û dibêje ku naxwaze ku bimre û pîşeya wê ku ev 40 sal dike pêre têkeve gorê. Ew dixwaze ku karê wî li pey wî bimîne da ku şêniyên herêmê sûdê jê bigrin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Êzidî amadekariyên pîrozkirina boneya Xidir Îlyas dikin, ew bone bi baweriyên girêdayî dema çandinî û destpêka biharê ku boneya Xidir Îlyas re ye, pêk tê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Komîteya Xizmetguzarî û Şaredariyan a girêdayî Meclisa Sivîl a Dêrazorê li gundê Celamîde yê rojavayê Dêrazorê 3 bîr kolandine û pirsgirêka şêniyan a avê çareser dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rûspiyên eşîran hişyarî li ser hewldanên hikumeta Şamê yên derxistina fîtneyan bi rêya hin kesan da û piştrast kir ku ew xwefiroş in û li pey pereyan diçin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA