Rewşenbîrên Ereb ji bo azadiya rêber Ocalan pêngavek dan destpêkirin

Rewşenbîrên Ereb bi serkêşiya rewşenbîrên Misirê ji bo azadiya Abdullah Ocalan û danasîna firirên wî, bi navê "Insiyatîfa Ereb Ji Bo Azadiya Abdullah Ocalan" pêngavek dan destpêkirin.

Rewşenbîrên Ereb ji bo azadiya rêber Ocalan pêngavek dan destpêkirin
16 sibat, 2021   11:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Komek rewşenbîrên Ereb ku rewşenbîrên Misirê serkêşiya wan dike, bi navê “Înîsiyatîfa Ereb Ji Bo Azadiya Abdullah Ocalan” pêngavek nû dan destpêkirin. Rewşenbîran destnîşan kir ku ew ê fikrên Rêber Ocalan û doza gelê Kurd bidin nasîn, her wiha ji bo azadiya Rêber Ocalan hewl bidin ku girseyeke zêde lihev kom bikin. Rewşenbîran bang li hemû hunermend, siyasetmedar, rojnamevan û rewşenbîran kir ku destekê bidin têkoşîna Kurdan a li dijî sîstema faşîst a dewleta Tirk.

Rewşenbîrên Ereb ku demek beriya niha ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan bi navê “Kampanyaya Ereban ji bo azadiya Abdullah Ocalan” kampanyaya îmzeyan meşandibû, niha jî pêngavek nû dan destpêkirin.

Pêngava bi navê “Înîsiyatîfa Ereb Ji Bo Azadiya Abdullah Ocalan” ji aliyê rewşenbîrên Ereb ku rewşenbîrên Misrê serkêşiya wê dikin, duh hat destpêkirin.

Têkildarî mijarê li ser navê înîsiyatîfê daxuyaniyek nivîskî hat weşandin. Li gorî daxuyaniyê rewşenbîrên Ereb wê fikrên rêber Ocalan û doza gelê Kurd bidin nasîn û bang li tevahiya derdorên zanyar, rewşenbîr, hunermend û rojnamevanan kirin ku destek bidin têkoşîna azadiya gelê Kurd. Însiyatîf her wiha wê ji bo azadiya Rêber Ocalan jî hewl bide ku eniyeke berfireh ava bike.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

Di 22`emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Zanyar û rêber Abdullah Ocalan pêk hatiye de, komek ji rewşenbîrên Misirê û Ereb bi daxwaza ku fikir û doza rêber Ocalan û gelê wî bidin nasîn, ketine nava liv û tevgerê.

Di encama vê liv û tevgerê de em gihîştîn wê biryarê ku li ser esasê rizgariya şoreşgerên ku ji bo azadiya gelan têdikoşin, xebateke însanî bidin destpêkirin. Her wiha em dixwazin pêwendiyên dîrokî yên ku gelên Kurd û Ereb anîne cem hev, zindî bikin û pêk bînin.

Her wiha em dixwazin bi vê pêngavê alîkariyê bidin şerê li dijî sîstema faşîst a Tirkiyeyê ku tê meşand. Ev sîstema faşîst zirarê dide welatê me, her wiha ji bo xirabkirina pêşeroja welatên me çeteyan bikar tîne û ewlehiyê ji holê radike, bi riya çapemeniyê jehra xwe dişîne welatên me. Sîstema dewleta Tirk di heman demê de xeyalên gelê Kurd tune dike, welatê Kurdan dagir dike, çekên xwe dixe singa zarok û jinên Kurd, malên wan bi serê de hildiweşîne, wana ji jiyan û mayîndebûna di jiyanê de bêpar dihêle.

Em li vir gihîştîn wê baweriyê ku divê hin gavan bavêjin û dengê xwe bigihêjin hemû zarokên welatên me.

Di vê çarçoveyê de em bang li rewşenbîr, akademisyen, hunermend, rojnamevan, zanyar, siyasetmedar û hiqûqnasan dikin ku alîkariyê bidin vê pêngava me ya “Înîsiyatîfa Ereb ji bo Azadiya Abdullah Ocalan” ku me daye destpêkirin.

“Înîsiyatîfa Ereb Ji Bo Azadiya Abdullah Ocalan” wê fikrên Rêber Ocalan û doza wan bide nasîn. Ev xebat wê bi riya zanyar û rewşenbîran bê meşandin. Wê hewl bê dayîn ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan ku di rewşeke pir dijwar de ye û li derveyî pîvanên mafên Mirovan li Îmraliyê tê ragirtin, girseyek zêde li hev bê komkirin.”

Di daxuyaniyê de têkildarî gavên ku dê bên avêtin zanyariyên berfirehtir nehatin parvekirin.