DYA û NY`yê êrişa li ser balafirgeha Hewlêrê şermezar kir

Wezîrê Karên Derve yê DYA`yê Anthony Blinken hêrsa xwe ji ber êrişa moşekî ya li ser balafirgeha Hewlerê nîşan da. Her wiha nûnera NY`yê li Iraqê êriş şermezar kir û banga parastina Iraqê ji destwerdanên derve, kir.

DYA û NY`yê êrişa li ser balafirgeha Hewlêrê şermezar kir
16 sibat, 2021   11:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên  Antî Teror a Başûrê Kurdistanê ragihand ku şevê din balafirgeha Hewlerê bi moşekan hate hedefgirtin. Her wiha Wezareta Hundirîn a Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê de ragihand ku saet 21:30`an de hejmareke ji moşekan ber bi Hewlerê û derdora wê ve hatin avêtin û di encama wê de birîndar çêbûn.

Her wiha berpirsên ewlehiyê li Başûrê Kurdistanê diyar kir ku balafirgeha Hewlerê ji bo sedemên ewlehiyê hate girtin û yek ji topban li nêzî herêmeke ku sivîl têde dijîn ket û di encama wê de 3 kes birîndar bûn.

Girêdayî mijarê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken wiha got: "DYA`yê ji ber êrişa moşekan bi hêrs e. Ji bo nîqaşkirina bûyerê min pêwendî bi serokwezîrê herêma Başûrê Kurdistanê re Mesrûr Barzanî re kir û me soz da ku em ê hemû xebatan bikin da ku lêpirsînê bikin û hesab ji berpirsan bixwazin."

Her wiha Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê NY`yê li Iraqê Jinin Hennes êrişa li dijî balafirgeha Hewlerê şermezar kir û banga hevkariya di navbera Bexda û Hewlerê de kir da ku sûcdaran bidin edaletê û  parastina Iraqê ji destwerdanên derve bike.

Koma ku navê "Seraya Ewliya El-Dem" li xwe dike êriş girt ser xwe û got wan "dagirkerên amerkî" li Iraqê kirin hedef.

 (bx)