HPG`ê li Siyanê li dijî dagirkeran 2 çalakiyên serkeftî kir

Hêzên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal Amed li leşkerên dagirkeriya Tirk yên li Siyanê dan. Di encamê de hejmareke leşkerên Tirk hatin kuştin û birîndarkirin.

HPG`ê li Siyanê li dijî dagirkeran 2 çalakiyên serkeftî kir
16 sibat, 2021   11:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG`ê li ser mijarê ev daxuyanî da:

"Hêzên me yên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal Amed, 12'ê Sibatê saet di 14:30'î de bi balafirên bêmirov li dagirkerên li herêma Siyanê dan. 13'ê Sibatê saet di 09:45'an de jî li herêma Siyanê bi rengekî serketî li dagirkeran dan. Hejmara dagirkerên ku di encama herdu çalakiyan de hatin cezakirin nehate zelalkirin. Lê belê dagirkerên hatin kuştin û yên hatin birîndarkirin bi helîkopteran ji herêmê birin."