ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-02-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-02-2021
16 sibat, 2021   00:00

-Şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyê endamê Hêzên Asayîşê Mihemed El-Mişel li goristana Şehîd Delîl Saroxan vedişêrin, saet 14:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rewşenbîrên navçeya Dirbêsiyê der barê ku hikûmeta Başûrê Kurdistanê derfet nade Ronahî TV ku li başûr bixibete axivîn û gotin girîngiyeke mezin ji Ronahî TV re heye ewe a ku şoreşa Rojava gihand raya giştî û ji bo çareserkirina doza kurdî, dixebite. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şervanên QSD’ê yên Kurd, Ereb û Turkmen li eniyên Eyn Îsayê de li kêlek hev ku berxwedaniyê dikin, komploya 15’ê Sibatê ya navdewletî nirxandin û şermezar kirin û gotin ew ê şopdarên xeta rêber Abdullah Ocalan in. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Kamûran Berwarî destnîşan kir ku Garê jî di nav de, plana dagirkirina Başûrê Kurdistanê li ser 4 qonaxan hatiye dabeşkirin û got “Êrişa li ser Garê ji bo hikumeta Başûrê Kurdistanê, partiyên desthildar û yên opozîsyonê ezmûneke gelekî girîng bû.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Serokê Meclisa Sûriya Pêşerojê Dêrazorê diyar kir ku gel xelasiya xwe di projeya Abdullah Ocalan de dîtiye û destnîşan kr ku berdewamkirina girtina rêber Abdullah Ocalan israra wan a der barê pêkanîna vê projeyê zêdetir dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Jinên pêşengên li cîhanê diyar kir ku Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan şokeke bû û dan zanîn ku fikirê rêber Abdullah Ocalan ji bo aştî û demokratiya li Rojhilata Navîn baştirîn fikir e û bi saya wê dibe ku aştî li dewleta Tirk jî pêk were. Jinan gotin: "Em wekî hevalên Kurdan ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan têkoşînê berdewam bikin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Hevseroka PYD'ê Ayşe Hiso got, polîtîkayên tirkkirinê ku dewleta Tirk pêk tîne temenê aloziya Sûriyê dirêj dike û îşaret bi girîngiya beşdarbûna nûnerên gel ên rasteqîn di  masaya diyalogê de kir da ku çareseriyekê ku hemû aliyan razî bike, were dîtin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Nivîskar û şîrovekarê siyasî yê filistînî Nasir Şebat diyar kir ku êrişên dewleta Tirk ên dawî yên li dijî Başûrê Kurdistanê ji bo armancên cur be cur bûn, destwerdana derve dike da ku raya giştî ya hundirîn mijûl bike. (BI WÊNE).

DOSYA

- Çalakvan û siyasetmedar didin zanîn ku propagandaya nexşerêya herêmên hegemonyaya dewleta Tirk a 2050`an ne pêkan e pêk werin û ne rewa ne. Her wiha niyetên kirêt ên Erdogan ên girêdayî firehkirina qada dagirkirinê li welatên Ereban diyar dikin. Çalakvan û siyasetmedaran piştrast kir ku dê dewletên Ereban bi xetereya dewleta Tirk re rû bi rû bimînin. (BI WÊNE).

ANALÎZ

- Di 9'ê Cotmeha 2020'an de li Bexdayê bi serokatiya serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî têkildarî Şengalê civînek hate lidarxistin. Nûnera sekretera giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Îraqê Jeanine Hennis, şandeya PDK'ê û hin nûnerên êzidî beşdarî civînê bûn û di bin sernavên rêveberî, ewlekarî û ji nû ve avakirinê de li ser “Nexşerêya Şengalê” hin biryar dan. (BI WÊNE).

ÇAND Û HUNER

-Komîteya Çand û Şûnwaran a Meclisa Sivîl a Reqayê bi durişma "Çand destpêkê" û bi beşdarbûna gelek helbestvan û wêjevanên Reqa, Tebqa, Minbic û Kobanê komxebateke wêjeyî li navenda çandê ya Reqayê li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê 4 dibistanan li gundê Digirê yê Amûdê vedike, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dewleta Tirk di dirêjahiya 2 rojan de ser hev gundê Deşîşe topbaran kir. Şêniyên gund piştrast heke dagirkerî ji herêmê dernekeve, ewlehiyê pêk nayê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rûspiyê eşîra El-Cewala ya Bakur û Rojhilatê Sûriyiê Abdullrehman El-Reşîd tekez kir ku hewldanên derxistina tevlîheviyê di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê têk biçin û îşaret bi zanebûna eşîreyên herêmê der barê armancên wan siyasetan, kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA