Li Hesekê jî bi hezaran ji bo azadiya rêbertî li qadan bûn

Bi durişma "Dem dema azadiya rêber Ocalan e" bi hezaran şêniyên navçeyên Dirbêsiyê, Zirgan û koçberên kampa Serêkaniyê daketin qadan û banga xurtkirina têkoşînê ta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan hate kirin.

15 sibat, 2021   16:23
HESEKÊ

Li navçeya Dibêrbêsiyê û kampa Serêkaniyê yên kantona Hesekê bi hezaran komploya 15'ê Sibatê şermezar kirin.

DIRBÊSIYÊ

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/0YpjZC6wKlY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Bi hezaran şêniyên Dirbêsiyê û Zirganê bi hemû pêkhateyên wê ji pêşiya navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya li navçeya Dirbêsiyê dest bi meşê kirin. Li gel wê tevahî dikan hatibûn girtin. Şêniyan bi posterên rêber Abdullah Ocalan û diruşmeyên silavkirina berxwedana wî û azadiya wî ber bi kolana sereke ya diçe bajarê Qamişloyê ve meşiyan.

Li wir deqeyeke rêz hate girtin. Bi navê Meclisa PYD'ê ya kantona Qamişlo Zeyneb Murad axivî û wiha got: "Gelek dewlet pêşdarî komployê bûn û di girtina rêbertî de destek dan dewleta Tirk. Lê bi serekftina ku gelê Kurd pêk anîne û şoreşa Rojava komplo vala hate destxistin."

Zeyneb dest nîşan kir ku armanca komployê têkbirina tevgera azadiya gelê Kurd û îmhakirina hebûn û dîroka kurdan bû  û wiha pê de çû: "Tevî ku 22 sal li ser girtina rêbertî re derbas bûn, lê fikir û felsfeya wî li tevahî cîhanê belav bûn. Em ê têkoşînê bidomîn ta rêbertî azad bikin û bi wî re azad bijîn."

Zeyneb Murad berxwedana gerîlayan a li Garê silav kir û wiha domand: "Gerîla li Garê li hemberî dewleta Tirk a dagirker bi ser ketin, ji ber ku bi îradeya xwe parastinê dikin û dê serkeftin teqez bara wan be."

Meş bi diruşmeyên silavkirina berxwedana rêbertî bi dawî bû.

KAMPA SERÊKANIYÊ

Bi sedan Koçberên Serêkaniyê yên li kampa Serêkaniyê ya bajarê Hesekê, bi meşekê komploya navneteweyî şermezar kir.

Meş ji pêşiya navenda Kongreya Star a kampê dest pê kir. Di meşê de wêneyên rêber Abdullah Ocalan, alên Kongreya Star û pankartên  "Dem dema azadiya rêber Apo ye", "Bijî berxwedana Garê", "Bimire îxanet" û "Bê serok jiyan nabe" hatin vekirin.

Meş li dawiya kampê veguherî mîtîngê, piştî deqeya rêzgirtin, endama rêveber a Kongreya Star Gulîstan Mihemed daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku komploya navneteweyî beriya ku li dijî rêber Abdullah Ocalan be, li dijî gelên herêmê ye, bi berxwedana li hemberî faşîzmê komplo têk bû û wiha hate gotin: "Tevî ku rojeke reş e, lê hêviya me heye ku dê roja azadiya ji nû ve hilê."

Her wiha hate gotin ku tevî ku 22 sal in li ser girtin û tecrîda li djiî rêbertî re derbas bûne, lê dîktator Erdogan nikarî fikir û felsfeya rêbertî ya ku li tevahî cîhanê belav bûne, asteng bikin.

Di dawiya daxuyaniyê de banga mezinkirina têkoşînê hate kirin.

Mîtîng bi diruşmeyan bi dawî bû.

ANHA