'Armanca komployê, têkbirina çareseriya demokratîk bû'

Meclisa Jinan a Sûriyê û Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan bi daxuyaniyên cûda Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdulllah Ocalan şeremzar kir û bang li rêxistinên mafên mirovan û yên jinan kirin ku destwerdanê bikin da ku rêbertî azad bibe.

'Armanca komployê, têkbirina çareseriya demokratîk bû'
15 sibat, 2021   17:00
QAMIŞLO

Di daxuyaniyan de hate gotin, yek ji armancên sereke yên komployê têkbirina tevgera rizgariya Kurdistanê û îradaya jinên Kurd bû, her wiha ji bo têkbirina çareseriya demokratîk ên pirsgirkên Rojhilata Navîn bû  û wiha hate domandin: "Ev komplo ji bo têkbirina her çareseriyeke demokratîk ji pirgirêkên Rojhilata Navîn bi taybet û dozên cîhanê bi giştî ye. Hêzên cîhanê yên hegemon hîna jî hewl didin bi hemû hêza xwe û hemû rêbazan nakokiyên neteweperestî, etnîkî û olî li piraniya dewletên herêmî gûr bikin da ku ewlehî û aştiyê têk bibin û projeyên xwe yên berfirehbûnê li Yemen, Lîbya, Iraq, Lubnan û Sûriyê pêk bînin."

Meclisa Jinan a Sûriyê di daxuyaniyê komplo û domandina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got: "Rêber Abdullah Ocalan parêzvanê mafên jinan e, bang li jinan dike da ku rola xwe ya pêşeng di civakî de bilîzin. Fikirê wî yê têkildarî azadiya jinan rola pêşeng û bingehîn e ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe dispêrênê. Bi saya vî fikirî jinan di gelek qadan siyasî, civakî û aborî serekftinên mezin bi dest xistin."

Meclisa Jinan a Sûriyê girtina rêbertî bi sûcekî li dijî mirovahiyê û tevahî gelên Rojhilata Navîn e, her iha bi binpêkirineke tundî ji qanûnên navneteweyî bi nav kir. Meclisê bang li rêxistinên hiqûqî, mirovî û rêxistinên jinan û civaka navneteweyî kirin ku ji bo azadiya rêberê gelan bixebitin û beşdarên vî sûcê sewqî dadgehê bikin.

Meclisa Jinan a Sûriyê di dawiya daxuyaniyê de xwe got: "Tecrîda li ser rêberê neteweyî berdewama komploya navneteweyî ya li ser gelê Kurd, tevahî gelên Rojhilata Navîn û hemû parêzvanên mafên mirovan ên cîhanê ye."

Di daxuyaniya Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan de hate gotin,  rêbertî ji bo mafên gelê kurd ên hatine çewisandin tê dikoşe, banga jiyana hevbeş, biratiya gelan û rêgirtina li ber neteweprestî û faşîzm û zilêm dike, tevahî temamê xwe û îmkanên xwe yên fikirî da vê têkoşînê. Her wiha banga rizgarkirin civak û jinê dike.

Her wiha hate gotin: "22 sal in îsbat bû ku girtina rêbert Ocalan demokrasî li Tirkiyê pêk neanî û doza kurdî çareser kir, ji ber vê yekê doza Ocalan ne doza Tirkiyê û gelê Kurd e, di heman demê de doza tevahî cîhanê ye."

Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû hêzên demokrasîxwaz û aştîxwaz ên cîhanê kir ku destekê bidin doza rêber Abdullah Ocalan da ku azadiya xwe ya fîzîkî bi dest bixe û wiha got: "Em Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan bi hemû enerjî û derfetên xwe ji bo azadiya birêz Ocalan û belavkirina fikirê wî yê azadiya jin û jiyaneke bi rûmet dixebitin."

ANHA