Hediya Yûsif: Bi berxwedanê armancên komployê pêk nehatin

Endama Desteya Rêveber a PYD’ê Hediya Yûsif got, Komploya Navneteweyî ne tenê li dijî rêber Abdullah Ocalan bû, di heman demê de li dijî tevahî gelên bindest ên li Rojhilata Navîn bû û piştrast kir ku berxwedana rêbertî ya di girtîgeha Îmraliyê de û berxwedana HPG’ê û gelê Kurdistanê komplo pûç kir.

15 sibat, 2021   16:21
ŞEHBA

Bi diruşma"Êdî bes e ji tecrîd, înkar û îxanetê re...dem dema azadiyê û hilweşandina komploya 15’ê Sibatê ye" Meclisa kantona Efrînê meşeke girseyê ya şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan pêk hatiye, li dar xist.

Bi deh hezaran şêniyên herêma Efrînê li ser rêya di navbera bajarokê Babinis û navçeya Fafînê de kom bûn. Şêniyan alên reş ku nîşaneyên roja reş e, wêneyên rêber Abdullah Ocalan û pankratên"Berxwedana rêbertî ya li Îmraliyê berxwedana gerdûnî ye", "Roja Rojava li Îmraliyê hiltê", "Hûn nikarin roja me tarî bikin" û "Bijî berxwedana Îmraliyê" hildan.

Meş bi diruşmên silavkirina berxwedana rêber Apo ya di girtîgeha Îmraliyê de, berxwedana HPG’ê ya li Garê û şermezarkirina Komşoya Navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan dest pê kir.

Meşvan ber bi qada Medreset El-Siwaqa (Dibistana Ajokariyê) ya Fafînê ya kantona Şehbayê kete rê û li wir vegerî mêtîngê. Piştre dengên qeydkirî yên rêber Ocalan ên li ser siyasetên dewletên kapîtalîst ên têkbirina gelên Kurd, Suryan, Asûr û Ereb û yekitiya gelê Kurd hatin gundarkirin.

Dûvre Endama Desteya Rêveber a PYD’ê Hediya Yûsif axivî û wiha got: "Bi zanîna dewletên kapîtalîst ku fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan û hembêzkirina gelan li dora wî, dê siyasetên wan ên li Rojhilata Navîn û Kurdistanê bi taybet têk bibin, dest bi komployekê kir, da ku belavkirina fikir û felsefeya rêber Ocalan sînordar bikin."

Hediya Yûsif wiha domand: "Ji planên wan ên destpêkê, jiûve vegerandina siyaseta ku li dijî şoreşên Kurd ên berê meşandine pêk bînin, ew jî qetilkirina rêveber û pêşengên şoreşê, pêkanîna êrişên leşkerî û fişarkirina li dijî şoreşgeran, da ku radest bibin. Lê belê bi belavkirina fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan û berxwedaniyê, van dewletan nikarîn planên xwe pêk bianiyana. Ji lew re dest bi plana komployeke navneteweyî ya mezin kir ku tê de 52 dewlet beşdar bûn, da ku rêberî dîl bigirin û bixin girtîgehê û tecrîdeke giran li dijî wî ferz kirine."

Hediya Yûsif di dirêjahiya axaftina xwe de wiha berdewam kir: "Di 15’ê Sibata 1999’an de, tevî daxwaza rêbertî ji dewletên ku idîa dikin ku ew demokrat in û mafên mirovan diparêzin ku wî pêşwaz bikin. Lê wan dewletan red kir ku rêber Ocalan pêşwaz bikin. Bi wê rêbertî bûm qurbanê komploya navneteweyî ya bi serkêşiya dewleta Tirk û Amerîka."

Hediya Yûsif da zanîn ku bersiva rêber Abdullah Ocalan a li dijî vê komployê ew bû ku projeya neteweya demokratîk a çareserkirina pirsgirkên ku kapîtalîsmê çêkirine, dest pê kir. Da ku bibe derbeyek li dijî komployê.

Hediya Yûsif diyar kir ku armancên komployê pêk nehatin, ji lew re heta niha bi hemû rêbazan hewl didin serkeftinê ji komploya xwe re bînin. Bi wê re dewleta Tirk a dagirker bi erêkirina Rûsya û Amerîka êrişan li dijî Rojavayê Kurdistanê, Şengal û çiyayên Kurdistanê pêk tîne.

Hediya Yûsif destnîşan kir ku berxwedana HPG’ê li Heftanîn, Garê û tevahî çiyayên Kurdistanê û berxwedana şêniyên Rojava, bi xwe serkeftina li dijî komployê ye.

Hediya Yûsif di dawiya axaftina xwe de bang li tevahî rêxistin û aliyên pêywendîdar ên mafên mirovan kir ku bi lez destwerdanê bikin ku rêber Abdullah Ocalan serbest berdin.

(fr)

ANHA