Îsraîlê carake din derdorê Şamê bombebaran kir

Balafirên şer ên Îsraîlê vê berbangê nuqteyên leşkerî li derdora Şamê bombebaran kir.

Îsraîlê carake din derdorê Şamê bombebaran kir
15 sibat, 2021   07:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa fermî ya hikumeta Şamê “Sana”, hêzên parastina asîmanî yên Sûriyê bersiva êrişên li derdorê Şamê dan.

Ajansê daxuyand ku moşekên îsraîlî ji gundewarê başûr rojavayê Şamê hatin avêtin û hewl da nuqteyên leşkerî yên Sûriyê bike hedef, lê belê sîstema parastina asîmanî ya Sûriyê bersiva moşekan da û piraniya wan xistin xwarê.

Hêjayî gotinê ye ku ev êrişa duyemîn a Îsraîlê ye ku di vê mehê de li ser gundewarê başûrê Şamê pêk tê.

(cx)