​​​​​​​Parêzer Xedîce Îbrahîm: Dewleta Tirk li Garê leşkerên dîlgirtî înfaz kirin, divê bê darizandin

Hevseroka Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê Xedîce Îbrahîm diyar kir ku kuştina leşkerên dîl ji aliyê dewleta Tirk ve li Garê, komkujiyeke bizanebûn e û got “Di qanûnên Romayê de, qanûnên mafên mirovan, qanûnên Cenevre û Neteweyên Yekbûyî (NY) de girtiyên bêçek wek sivîl tên pênasekirin. Lewma êrişa dewleta Tirk a dagirker, divê weke komkujiya li dijî sivîlan bê nirxandin û dewleta Tirk ji ber kuştina 13 kesan li dadgehên navneteweyî hesab bide.”

​​​​​​​Parêzer Xedîce Îbrahîm: Dewleta Tirk li Garê leşkerên dîlgirtî înfaz kirin, divê bê darizandin
15 sibat, 2021   08:04
NAVENDA NÛÇEYAN - ZANA DENÎZ

Hevseroka Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê Xedîce Îbrahîm got hedefgirtina leşkerên dîl di êrişa dagirkeriyê ya li Garê de ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, komkujiyeke dewleta Tirk e. Xedîce Îbrahîm bi bîr xist ku dewleta Tirk tevî hemû bangên partiyên siyasî, rêxistinên hiqûqî û yên mafên mirovan qebûl nekiriye ku bi rêya diyalogê leşkerên dîl ji PKK'ê bigire û diyar kir ku li hemberî vê yekê di êrişên dagirkeriyê yên li hemberî Garê de leşkerên xwe bi zanebûn înfaz kirine.

‘HEWL DIDE TÊKÇÛNA XWE VEŞÊRE’

Xedice Îbrahîm got: “Dewleta Tirk duh piştî êrişa xwe ya li Garê gotibû ku leşkerên dîl ji aliyê PKK'ê ve hatine kuştin. Ev berojavîkirineke tam e û derewek e ku tenê ji bo nixumandina têkçûna xwe bi kar tîne. Bi vê nûçeyê armanc dikin ku têkçûna xwe ya li Garê veşêrin.”

Têkildarî kuştina leşkerên dîl Xedîce Îbrahîm wiha axivî: "Tê xwestin ku wek sûcekî li dijî mirovên girtî bê dîtin û dewleta Tirk komkujiya girtiyan pêk aniye. Dewleta Tirk mîna ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêmên din kiriye, sûcekî şer kiriye."

Hevseroka Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê Xedîce Îbrahîm got: “Divê hemû parêzer li dijî êriş û komkujiyên bi vî rengî dengê xwe bidin bihîstin. Divê êrişên wiha yên dermirovî û sûcên şer ên dewleta Tirk werin lêkolînkirin û li dijî dewleta Tirk ceza werin ferzkirin.”

‘DIVÊ DEWLETA TIRK JI BER SÛCÊ KOMKUJIYÊ WERE DARIZANDIN’

Xedîce Îbrahîm êrişa artêşa Tirk a li ser leşkerên dîl ên li Garê wek binpêkirina hiqûqa navneteweyî û sûc bi nav kir û got: “Di qanûnên Romayê de, qanûnên mafên mirovan, qanûnên Cenevre û yên Neteweyên Yekbûyî (NY) de girtiyên bêçek wek sivîl tên pênasekirin. Ji ber vê yekê, êrişa ku dewleta Tirk a dagirker dike, divê wek komkujiya li dijî sivîlan bê nirxandin. Divê dewleta Tirk ji ber kuştina 13 kesan li dadgehên navneteweyî hesab bide.”

Xadîce Îbrahîm wiha dewam kir: "Di êrişên xwe yên li ser Heftanînê de dewleta Tirk di wê demê de ji bo têkçûna xwe veşêre, nûçeyên bi vî rengî çêkirin. Nûçeyên bi heman rengî li Garê jî dewam dikin. Artêşa Tirk a dagirker li Garê şikest. Ji bo reşkirina PKK'ê nûçeyên bi vî rengî diweşînin. Eger PKK'ê bixwesta ew leşkerên dîl bikuştana, dê di roja destpêkê de ew bikuştana û nedigirtin. Aşkera ye ku dewleta Tirk girtiyên di destê PKK'ê de kuştine."

‘ÊRIŞA LI SER GARÊ BERDEWAMA KOMLOYÊ BÛ’

Xedîce Îbrahîm diyar kir ku êrişa li ser Garê di salvegera Komploya 15’ê Sibatê de pêk anîn û ev yek bi awayekî zanebûn kirin û wiha lê zêde kir:  "Êrişên bi vî rengî yên dewleta Tirk ên li dijî têkoşîna azadiyê ya Kurd li tevahiya Rojhilata Navîn dewam dikin. Ev êriş jî bi zanebûn di salvegera komployê de pêk anîn lê hate şikandin.”

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/VZ099-VCyLE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>