Parêzer: Ji bo azadiya rêber Ocalan divê têkiliyên me bi hêzên şoreşger re xurttir bin

Yekitiya Parêzeran a Reqayê bi daxuyaniyekê got “Divê têkiliyên me bi hemû hêzên şoreşger ên cîhanê û rêxistinên mirovî û hiqûqî re xurttir bin da ku em ji bo azadkirina rêber Abdullah Ocalan zexteke bibandor bikin.”

Parêzer: Ji bo azadiya rêber Ocalan divê têkiliyên me bi hêzên şoreşger re xurttir bin
15 sibat, 2021   10:53
REQA

Hevserokê Yekitiya Parêzeran a Reqayê Meşleb Turkan daxuyanî li pêşiya avahiya Meclisa Edaleta Civakî ya Reqayê xwend û gelek parêzeran beşdar bûn.

Parêzeran di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ew ê li hemberî hemû astengiyan yekdest bin û wiha got: “Îro rojeke reş e ku tê de Rêbertî dîl girtin û hewl dan çirayên azadî û edaletê vemirînin. Her wiha tola xwe ji rêberê neteweya şoreşger hilanîn da ku biratiya gelên azad tune bikin.

Em dîlgirtina Serokatî ji aliyê mafyayên cîhanê ve ku serkêşê wan Erdogan e, şermezar dikin.

Em di vê salvegera reş de, soza şopandina rêya Rêbertî û felsefeya wî ya ji bo jiyaneke azad ji bo gelan, nû dikin.

Her tim me hewl da em azadî, edalet û wekheviyê di navbera pêkhateyan de pêk bînin. Me xwe spart fikir û nirxên rêberê mezin. Divê têkiliya me bi hemû hêzên şoreşger ên cîhanê û rêxistinên mirovî û hiqûqî re aktîftir bin da ku ji bo azadkirina rêber Abdullah Ocalan em zexteke bibandor bikin.”

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/FnnSiruVpFE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>