Koçberên Efrînê: Zarokên me li Garê dikarin dagirkeriyê têk bibin

Koçberên Efrînê got êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Garê bi armanca qirkirina hebûna Kurd e û piştrast kir ku gerîla parçeyek ji giyanê wan in û dikarin bersiva êrişan bidin û dagirkeriyê têk bibin.

Koçberên Efrînê: Zarokên me li Garê dikarin dagirkeriyê têk bibin
15 sibat, 2021   07:17
ŞEHBA-LÎNDA ŞÊX

Li gel êrişên bênavber ên artêşa Tirk a dagirker li dijî çar aliyên Kurdistanê, dewleta Tirk a dagirker di 10’ê vê Sibatê de êrişî çiyayên Garê yên li Başûrê Kurdistanê kir, vê êrişê hêrsa gel li tevahî Kurdistanê bilind kir.

Têkildarî mijarê, koçberên Efrînê yên li Kampa Serdemê ya kantona Şehbayê nêrînên xwe anîn ziman. Şêniya bi navê Zelûx Umer wiha got: "Me 58 rojan li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî kantona Efrînê li ber xwe da û piştre li hember bêdengiya navneteweyî em li Kampa Serdemê bi cih bûn."

/ar/uploads/files/2021/02/15/063632_zlwkh-amr-5b1600x12005d.webp

Zelûx Umer wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirker bi dagirkirina Efrînê bes nedît, lê belê êrişên bênavber li dijî çiyayên Garê pêk tîne, Gelo hîn çi dixwaze? Bi hezaran Kurd ji ber dagirkeriya Tirk koçber bûn û tevî piştevaniya navneteweyî ji dewleta Tirk re, gelê Kurd li hemberî hemû zehmetiyan li ber xwe da.”

Zelûx Umer wiha axivî: "Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Garê bi erêkirina hikumeta Başûrê Kurdistanê pêk hat, armanca jê jî qirkirina Kurdan û şoreşa wan e."

/ar/uploads/files/2021/02/15/063610_jafr-slyman-5b1600x12005d.webp

Li aliyekî din jî şêniyê bi navê Cafer Silêman ê li kampa Serdemê bi cih bûye, wiha bi lêv kir: "Piştî lihevkirinên dewleta Tirk û hikumeta Iraqê, planek ji bo komployên xwe danîn, bi wê re jî dewleta Tirk a dagirker êrişî Başûrê Kurdistanê kir."

Silêman wiha bi dawî kir: "Gerîlayên li çiyayên Qendîlê zarokên me ne, her ciwaneke/î Kurd jî zarokên me ne û parçeyek ji giyana me ne, ew dikarin bersiva wan êrişan bidin û dagirkeriyê têk bibin. Em jî heta nefesa dawîn amade ne. Ez 60 salî me û ez ê li eniyên şer li dijî dagirkeriyê bisekinim."

Her wiha şêniya bi navê Fatme Salih diyar kir ku tu mafê dewleta Tirk a dagirker tune ye ku êrişî gelê Kurd bike, lê hedef ji êrişa bêserûber a li dijî çiyayên Garê firehkirina rûbera dagirkeriya xwe ye.

/ar/uploads/files/2021/02/15/063652_fatmh-5b1600x12005d.webp

Fatme Salih wiha gotina xwe bi dawî kir: "Hikumeta Başûrê Kurdistanê xiyaneteke mezin li dijî gelê Kurd dike û xizmeta doza Kurd nake. Lê belê piştevaniya êrişên li dijî Kurdan dike.  Em van êrişan qebûl nakin û dê serkeftin para me be."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/YyY0U3pTfkY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>