​​​​​​​Rojnameyên erebî: Hikumeta Lîbyayê li benda erêkirinê ye

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de behsa rewşa Lîbya, Lubnan û Iraqê kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Hikumeta Lîbyayê li benda erêkirinê ye
15 sibat, 2021   08:55
NAVENDA NÛÇEYAN

‘EL-SERAC JI LÎBYAYÊ DERKET Û CÎGIRÊ XWE ERKDAR KIR’

Rojnameya Şerq El-Ewsat têkildarî avakirina hikumeta Lîbyayê wiha nivîsî: “Endamên koma desteya rêveber a nû ya Lîbyayê duh gera xwe ya herêmî û şêwirên avakirina hikumetê dewam kirin ku endamên Meclisa Parlamenteran îro amadekariyên lidarxistina civînekê li Sebratayê dikin da ku piştre li ser erê bikin û mijara xistina serokê meclise Eqîle Salih ji peywirê nîqaş bikin.

Serokê hikumeta Wîfaq Fayîz El-Serac ji Lîbyayê derket û cîgirê xwe Ehmed Miêtîq ji bo erkên meclisa serokatiyê ya hikumeta xwe erkdar kir. Dê Miêtîq heta dema vegera El-Serac ku dem an cihê rêwîtiya xwe eşkere nekir, şûna wî bigire. Lê çavkaniyên nêzî El-Serac got ew tevî hevsera xwe çûye Londonê.

Heta niha El-Serac demek ji bo radestkirina desthilatê diyar nekiriye. Her wiha nayê zanîn ku dê El-Serac beşdarî wê merasîmê bibe yan na.”

‘DI SALVEGERA KUŞTINA BAVÊ XWE DE EL-HERÎRÎ XÎTABEKE TUND DA’

Têkildarî kar û barên Lubnanê, rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: “Serokwezîrê Lubnanê yê hatiye erkdarkirin Seîd El-Herîrî di salvegera 16`emîn a kuştina bavê xwe de bi awayekî tund xîtabî serokê komarê Mîşal Ewn kir.

El-Herîrî der barê avakirina hikumeta Lubnanê de Ewn bi “kirina derewan” tawanbar kir û piştrast kir ku hemû wezîrên xiristiyan ku hatine pêşniyarkirin, navên wan di lîsteya ku Ewn di hevdîtina wan a duyemîn de pêşkêş kiriye, hebûn.

Serokatiya Lubnanê li ser xîtaba El-Herîrî got ew kevneşopên nû yên ji derveyî adetan û destûrê ferz dike.

Bavê Seîd El-Herîrî, Refîq El-Herîrî di 14`ê Sibata 2005`an de tevî 21 kesên din, hatibû kuştin.”

‘IRAQ… ERKEKE ZEHMET A BIDAWÎKIRINA GENDELIYÊ LI PÊŞIYA KAZIMÎ HEYE’

Rojnameya El-Beyan jî behsa gendeliya li Iraqê kir û got: “Gendeliya diravî û rêveberiyê li dezgehên dewleta Iraqê û di nav de saziyên tenduristiyê, bi rêjeyeke mezin serwer e. Di rewşa Koronayê de lawaziya sîstema tenduristiyê eşkere bû, tevî ku pereyên zêde ji bo aliyê tenduristiyê tên veqetandin. Tevî zextên “mezin” jî, serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bi israr e ku têkoşîna li dijî gendeliyê dewam bike ku hikumetên berê jî nikarîbûn vê pirsgirêkê çareser bikin.

Şîrovekar piştrast dikin ku bi demê re pirsgirêka xizmetguzariyê veguherî pirsgirêkeke xwezayî di nava dewleta Iraqê de û bi wê yekê binesaziya hemû qadan lawaz bû. Kazimî soza vekirina hemû dosyayên girêdayî projeyên ji ber gendeliyê sekinîne, dabû.”

(cx)