Dayikên şehîdan serkeftina Garê pîroz kir

Dayikên şehîdên Kobanê piştrast kir ku dê piştgiriya berxwedana hêzên gerîla bikin û serkeftina gerîla ya li dijî hêzên dewleta Tirk a dagirker pîroz kir.

Dayikên şehîdan serkeftina Garê pîroz kir
15 sibat, 2021   07:24
KOBANÊ

Artêşa Tirk a dagirker di 10’ê vê mehê de, bi balafirên şer, helîkopter û bi hezaran leşker êrişî herêma Garê ya Başûrê Kurdistanê kir.

Lê belê piştî 4 rojan ji destpêkirina êrişan, HPG’ê êrişa dewleta Tirk têk bir û hişt ku ji herêmê vekişin. Navenda Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku dewleta Tirk li Garê rastî têkçûneke mezin hat û bi wê re vekişîna ji herêmê ragihand.

Di vê çarçoveyê de, dayikên şehîdan serkeftina gerîla ya li dijî dewleta Tirk a dagirker pîroz kir. Dayika bi navê Emîra Elî Daban got: "Em êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gerîla şermezar dikin, berxwedana gerîla silav dikin û piştgiriya wan dikin. Berxwedana wan a leheng hişt ku dewleta Tirk a dagirker têk biçe."

Li aliyekî din jî endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê Emîra Mistefa Daban got: "Em berxwedana gerîla ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê pîroz dikin."

Emîra Mistefa Daban da zanîn ku ji ber tevahî gelên azadîxwaz piştgiriya gerîla kir, ew bi ser ketin.

Her wiha dayika bi navê Rehme Mehmûd Abdullah da zanîn ku gerîla li dijî dewleta Tirk a dagirker bi çekên sivik şer kir, lê dewleta Tirk bi çekên giran û balafiran êriş kir û wiha domand: "Ji ber gerîla parastina rûmet û xaka xwe kir û li dijî dewleta Tirk a dagirker bi ser ket. Em wekî dayikên şehîdan serkeftinê di şerê gerîla ya li dijî dewleta Tirk a faşîst de dixwazin."

Rehme Mehmûd Abdullah wiha gotina xwe bi dawî kir: "Gerîla bi ser ket, ji ber ên rast in. Em ê her tim piştgiriyê bidin berxwedana gerîla û dê serkeftin para wan be."

(fr)

ANHA    

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/enyfg-5rCqY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>