Li Minbicê komploya navneteweyî hate şermzarkirin

Bi rasthatina salvegera 22'yan a Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan, rêzeçalakiyên cihêreng li Minbic û gundewarên wê li dar ketin.

14 sibat, 2021   16:46
MINBIC

Meclisa Xeta Farat civînek li ser komploya 15’ê Sibata bi beşdariya şêniyên xetê li dar xist.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre endamê rêveber a xeta Farat Abdullah Berces wiha got: "Rêber Abdullah Ocalan şoreşa mirovahiyê li Rojhilata Navîn li dar xist  ku xwe dispêre biratiya gelan û jiyana hevbeş û banga wekheviya di navbera jin û mêr de dike."

Berces wiha domand: "Ne tenê xaka gelê Kurd  ku di nava çar dewletan (Iraq, Îran, Sûriyê û Tirkiyê) de parçekirî ye û zilm lê hatiye kirin, lê belê gelê Ereb jî di nava dewleta xwe ya serbixwe de zilm lê hatiye kirin. Bi milyonan ereb ji xakên xwe penaberî dewletên dîtir hatin kirin. Madem ziniyeta neteweperest û mezhebperest û olperest heye, ne mimkine ku yekitiya gelan pêk were."

Girêdayî heman mijarê, Meclisa Jinan a Minbicê semînerek bi beşdariya endamên ji saziyên sivîl û leşkerî li hola Meclisa Qanûnsaz da.

Semîner bi deqeyekê rêgirtinê dest pê kir, dûvre sînevîzyonek li têkoşîna rêbertî û komployê de hat pêşandan.

Endama rêveber a Akademiyên Civaka Demokratîk Hêvîdar Muslim axivî wiha got: "Armanc ji komployê derbekirina têkoşerên ku banga azadiya gelan dikin û  nûnertiya vîna gelan dikin. Ji lew re rêbertî bi vê komployê hate dîlgirtin."

Hêvîdar Muslim diyar kir ku armanca dewletên komploger , ew e ku azadiya gelan têk bibin û xaka wan dagir bikin û got, komplo negihîşt armancên xwe.

Hêvîdar Muslim wiha axivî: "Rêbertî hêz da jinê ku rola xwe pêk bîne, xwe îsbat bike û civakê bi rê ve bibe, bo nimûne Arîn Mîrkan, Avêsta Xabûr û Barîn Kobanê yên ku ji cîhanê  re îsbat dikin ku destanên lehengiyê di rêya azadî û edaletê de nexişandine."

Hêvîdar Muslim da zanîn ku komplo berdewam e û dagirkirina Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê jî parçeyek ji vê komployê yem lê bi saya têkoşîn û berxwedanê dê komploya li dijî rêbertî û gelên herêmê têk biçe.

Hêvîdar Hesen wiha gotina xwe bi dawî kir: "Bila 15’ê Sibatê waneyek ji tevahî mirovahiyê re be û destpêkeke nû ji tevahî jinan re heta tevahî komployên li dijî herêmê pêk tên werin têkbirin."

Li aliyekî din jî Meclisa Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan a Minbicê semînerk li hola ciwanan a li naverasta bajêr, da.

Semîner bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û piştre sînevîzyonek li ser Komploya Naveteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan hate pêşandan.

Dûvre endama rêveber a xet û meclisên gundewarên Minbicê Zelal Xalid wiha got: "Ev komplo ne tenê li dijî rêbertî ye, lê belê li dijî tevahî gelên azadîxwaz e. Ji lew re dewletên kapîtalîst ên ku komplo li dijî rêbertî pêk anîne, ji fikirên rêbertî û veguherîna gelên Rojhilata Navîn a ber bi gelên demokratîk ve ditirsiyan."

(fr)

ANHA