Nivîsgeha Jinan a TEV-DEM'ê ji bo azadiya rêbertî banga serhildanê kir

Nivîsgeha Jinan a TEV-DEM'ê û yekitiyên girêdayî saziyên civaka sivîl ên bajarê Qamişlo bi çalakiyekê bang li tevahî rêxistin û tevgerên navneteweyî kirin ku ji bo azadiya rêbertî rabin serhildanan û çalakiyên bi rêxistin bikin.

Nivîsgeha Jinan a TEV-DEM'ê ji bo azadiya rêbertî banga serhildanê kir
14 sibat, 2021   16:24
QAMIŞLO

Bi wesîleya 15'ê Sibatê, salvegera 22'yan a Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan, Nivîsgeha Jinan a TEV-DEM, yekitiyên civaka sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyek li ber avahiya Komîseriya Penaberan a NY'yê ya li bajarê Qamişlo li dar xist.

Endamên Rêxistina Mafên Mirovan, Yekitiya Parêzeran, Yekitiya Kedkaran, Yekitiya Mamosteyan, Yekitiya Endezyaran, Rêxistina Rojava, Yekitiya Ajokaran, Yekitiya Ensafan, Yekitiya Mutehîdan, Yekitiya Bazirganiyê, Yekitiya Pêşesaziyê û Yekitiya Cotkaran û Berhemên Sewalan beşdarî çalakiyê bûn.

Endama Nivîsgeha Jinan a TEV-DEM'ê Zeyneb Hesen daxuyanî xwend, komploya 15'ê Sibatê şermezar kir û wiha got: "Ev komplo ji aliyê navendên biryarê yên navneteweyî yên herî mezin ve hate rêxistinkirin bêyî ku xwe bispêre tu qanûnên navneteweyî. Ji ber vê yekê derveyî mîqasên Neteweyên Yekbûyî  û Mafên Mirovan e. Ji lew re, di dîrokê de komploya herî mezin e."

Zeyneb Hesen êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêma Garê şermezar kir û diyar kir ku ev êriş bi hevkariya PDK'ê de tê kirin û berdewama komploya navneteweyî ya li dijî gelê Kurd e, ku armanca wê têkbirina destkeftiyên kurdan û dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye.

Zeyneb Hesen di dawiyê dang li tevahî azadxwaz, demokrat û rêxistinên hiqûqî û rêxistinên jinan ên cîhanê kir ku "Ji bo azadiya rêber Apo çalakiyan xurt bikin, serhildanan li dar bixin, bi durişmeya em ê tecrîdê bişkînin, faşîzmê têk bibin, bi rêber Abdullah Ocalan re azad bijîn komployê bixebitin. Ev durişm dê biryar û sonda me ta serkeftinê be."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/8xLkrgWaD5Y" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>