Ciwanên Qamişlo: Heta rêber azad nebe em ê ranewestin

Bi meşeke meşeleyî ciwanên Qamişloyê komploya 15'ê Sibatê şermezar kirin û gotin: "Heta em bi serokê xwe re jiyaneke azad nejîn, em ê ti carî nehêlin ku dijmin di xwen û xeyalên xwe de jî, li ser lingan bimîne."

Ciwanên Qamişlo: Heta rêber azad nebe em ê ranewestin
Ciwanên Qamişlo: Heta rêber azad nebe em ê ranewestin
Ciwanên Qamişlo: Heta rêber azad nebe em ê ranewestin
Ciwanên Qamişlo: Heta rêber azad nebe em ê ranewestin
Ciwanên Qamişlo: Heta rêber azad nebe em ê ranewestin
Ciwanên Qamişlo: Heta rêber azad nebe em ê ranewestin
14 sibat, 2021   17:17
QAMIŞLO

Ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî  ya li djiî rêber Abdullah Ocalan û silavkirina berxwedana Garê, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan yên bajarê Qamişlo meşeke meşeleyî li dar xist.

Meşevan pankartên bi nivîsa "Dem dema azadiya rêber APO ye", "Em berxwedana Garê silav dikin" û "Garê navenda azadî û berxwedanê ye, nabe warê îxanetkar û neyaran" rakiribûn.

Meş ji pêşiya parka Gel a Giştî bi sloganên "Bê serok jiyan nabe", "bimre îxanet" dest pê kir û li ber  avahiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve veguherandin mîtîngê.

Di mîtingê de endama Yekitiya Jinên Ciwan Seyran Sîno axivî û da zanîn ku armanca komploya li ser rêber Abdulah Ocalan bo têkbirina tevgera azadiyê bû û wiha got: "Lê belê serok Apo bi sekin û berdewamkirina tekoşîna xwe ev komplo vala derxist."

Seyran destnîşankir ku çiqasî hêzên faşîst di pey vê komployê de bin jî ew ê bi berxwedana gel nikaribin roja wan tarî bikin û wiha got :"Hêzên komploger bi awayên cuda dixwazin vê komployê li ser me dewam bikin, êrişên li ser tevahî Kurdistan û çiyayên kurdistanê wekî Heftanîn û Garê berdewama komployê ye."

Seyran wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em dibêjin heta em bi serokê xwe re jiyaneke azad nejîn em ê ti carî nehêlin ku dijmin di xwen û xeyalên xwe de jî, li ser linga bimîne."

Mîting bi sloganên "Bê serok jiyan nabe" bi dawî bû.

(sb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/9fDP8GGdnSw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>