​​​​​​​Malbatên gerîla: Zarokên me ji bo parastina welat berê xwe dane çiya

Dayîk û bavên gerîlayên HPG'ê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêma Garê şermezar kirin û gotin: " Zarokên me gelê Kurd diparêzin."

​​​​​​​Malbatên gerîla: Zarokên me ji bo parastina welat berê xwe dane çiya
14 sibat, 2021   00:44
QAMIŞLO-KELSÛMA ELÎ

Artêşa Tirk a dagirker di 10`ê Sibata vê mehê de êrişeke berfireh li ser herêma Garê ya Başûrê Kurdistanê daye destpêkirin. Gerîlayên HPG`ê jî di çarçoveya parastina rewa de bersivên tund didin dagirkeriya Tirk.

Melbatên gerîlayan ên navçeya Girkê Legê ya kantona Qamişlo êrişên dagirkeriya Tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bi taybet ên li ser herêma Garê ya Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û piştgiriya xwe ji berxwedana zarokên xwe re tekez kir.

/kr/uploads/files/2021/02/13/213926_-.webp

Dayîka gerîlayê HPG`ê Rênas Cûdî, Şîrîn Eyûb ji ajansa me re axivî û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker êrişeke barbar(hovane) li ser axa Kurdistanê dimeşîne, cudahiyê naxe navbera zarok, mezin, sivîl û şervanan û planên xwe yên ji bo qirkirina Kurdan didomîne. Her wiha Şîrîn Eyûb da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker meha Sibatê ji xwe re hilbijartiye û hewl dide di vê mehê de plan û projeyên xwe yên qirêj ên ji bo tunekirina gelê Kurd pêk bîne. 

Şîrîn Eyûb wiha axaftina xwe bi dawî kir:" Zarokên me ji bo parastina axa me û mafên gelê Kurd berê xwe dane çiyayên Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê jî beşek ji axa Kurdistanê ye û divê neyê desteserkirin."

/kr/uploads/files/2021/02/13/213947_-.webp

Bavê gerîlaya HPG`ê Viyan Xabûr, Feysel Kerho jî êrişa dagikeriyê şermezar kir û got `Em serê xwe ji dagirkeriya Tirk re natewînin` û bang li Rêxistinên Neteweyên Yekbûyî kir ku helwesteke tund li hemberî van êrişan nîşan bide, ji ber ku ev êriş tunekirina gelê Kurd dike armanc.

/kr/uploads/files/2021/02/13/214006_-large.webp

Li aliyekî din dayîka gerîlaya HPG`ê Amara, Hekîma Ebdî wiha got:" Em zarokên xwe bi tenê nahêlin, em ê pişgiriya wan bikin û çekê rakin da ku armanc û xeyalên xwe pêk bînin."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/HTO9K1pTw9k" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>