Panorama hefteyê: Niyetên navneteweyî hene ku çeteyan li Lîbyayê bihêlin

Rojnameyên erebî yên hefteya borî behsa rewşa Sûriyê û aloziya li Lîbyayê û Tunisê kir.

Panorama hefteyê: Niyetên navneteweyî hene ku çeteyan li Lîbyayê bihêlin
14 sibat, 2021   04:07
NAVENDA NÛÇEYAN

‘ŞEREKÎ DÎPLOMATÎK DI NAVBERA RÛSYA Û WELATÊN ROJAVAYÎ DE DER BARÊ SÛRIYÊ DE’

Rojnameya Şerq El-Ewsat behsa binkeftina Meclisa Ewlehiyê ya NY`yê di girtina daxuyaniyeke serokatiyê têkildarî Sûriyê de kir ku ji dema hatina Jeo Biden ve ev yekem şerê dîplomatîk ê di navbera Rûsya û welatên rojavayî de ye. Rojnameyê wiha nivîsî: “Hişyariyên nûnerê navneteweyî Geir Pedersen bandora parçebûna navneteweyî ji aliyekî ve xurt kirin û rê da aliyên garantor ên Soçiyê (Moskov, Tehran û Enqere) da ku di meha pêş de rêveçûna xebatên siyasî temam bikin.

Piştî rûniştineke girtî ya endamên meclisê, Pedersen ji bo encamên gera 5`an a civînên komîteya destûrê ya li Cinêvê ya di dawiya meha borî de pêşniyarek kir, her wiha nûnerên 15 welatan nêrînên xwe parve kirin.

Welatên rojavayî li ser wê yekê li hev kir ku xebatên siyasî “bi bin ketine” û komîteyê di 18 mehan de ji ber xemsariya hikumeta Şamê tu destkeftî bi dest nexist. Rûsya û Çîn jî dibêjin ku divê piştgiriya komîteyê bê kirin.

Pedersen got ew hêvî dike di demeke nêz de serdana Şamê bike û beşdarî civîna bê ya koma Astanayê li Soçî bike, da ku encamên komîteya destûrê nîqaş bikin û li ser qonaxên bê li hev bikin.”

‘ÇETE LI DERVEYÎ HESABÊN HIKUMETA LÎBYAYÊ YA NÛ NE’

Der barê Lîbyayê de rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Xuyangên pêvajoya demkî ya li Lîbyayê êdî xuya dibin ku kesayetên nêzî Enqereyê yên mîna Mihemed El-Minfî wek serokê meclisa serokatiyê û bazirgan Ebdulhemîd El-Dibîba wek serokê hikumeta demkî hatin hilbijartin û cih di hikumeta demkî de girtin.

El-Debîbe di axaftina xwe ya destpêkê de tenê behsa piştgiriya rola jinan û ciwanan kir da ku rolekê di avakirina saziyan de bilîzin û behsa dosyaya çeteyan û milîsan nekir.

Li gorî nîşaneyan, diyar e ku aliyên navneteweyî yên ku desteka aliyên aloziya Lîbyayê dikin, niyeta wan heye ku çeteyan li welêt bihêlin. Bi taybet piştî ku dewleta Tirk îdia kir ku tu pirsgirêka hikumeta nû bi hebûna leşkerî ya Tirkiyê li Lîbyayê re tune ye.

Çavdêrên ku rewşa Lîbyayê dişopînin, xuya dikin ku meclisa serokatiyê ya nû û hikumeta demkî ku di encama lihevkirinên dawîn ên li civîna diyaloga siyasî ya Lîbyayê de hatine hilbijartin, dê mudaxeleyên biyanî yên di welêt de bi dawî neke. Hikumeta nû dê neçar bimîne ku li gel hebûna çeteyan kar bike.

Daxuyaniyên şêwirmendê serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, Yasîn Aktay der barê rola Enqereyê li Lîbyayê de vê yekê îsbat dikin. Aktay got hikumeta nû ya Lîbyayê desteka rola Enqereyê di Lîbyayê de dike û ne dijberî hebûna leşkerî ya Tirkiyê li welêt e.

Li gorî çavdêran serkeftina xeta siyasî ya ku şandeya Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo piştgiriya Lîbyayê daniye, bi rawestandina mudaxeleyên biyanî ve girêdayî ye.

Lê niyetên aliyên ku bi awayekî mezin mudaxeleya aloziyê kiriye, mîna dewleta Tirk ku bi hezaran çete şandin Lîbyayê, metirsiyên girêdayî binkeftina lihevkirina agirbestê û nepêkanîna ajandeyên NY`yê çêdikin.”

 ‘TUNISÎ DI SALVEGERA KUŞTINA BELÎD DE LI HEMBERÎ ÎXWANAN SERÎ HILDIDIN’

Têkildarî kar û barên Tunisê rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: “Li gel dorpêçeke ewlehiyê ya giran, tunisî duh bi şev daketin qadan û sloganên li dijî desthilata Îxwanan û binkeftina hikumetê ku ji 10 salan ve welat bi rê ve dibe, berz kirin.

Di boneya 8`an a kuştina serokê çepgir ê muxalif Şikrî Bilîd de hêzên ewlekariyê rêyên kolanên sereke yên paytext li pêşiya bi hezaran xwepêşendêran girtin. Yekitiya Giştî ya Tunisê girtina kolana El-Hebîb Buriqîba şermezar kir. Sekreterê giştî yê yekitiyê Samî El-Tahirî diyar kir ku girtina rêyan, nîşan dide ku desthilatdar anku tevgera Nehda û alîgirên wê, ji xwepêşandanan ditirsin.

Serokê hêza demokratîk a parlamentoyê Mihemed Emar got wî serokê hikumetê agahdar kiriye û kiryarên hikumetê şermezar kirine û wê bi sûcên xeternak bi nav kiriye. Her wiha bi bîr xist ku dê pêwendiyê bi yekîneyên ewlehiyê re deyne da ku vê pirsgirêkê çareser bikin. Emar wiha domand: “Ne pêkan e ku rêyên paytextê werin girtin û welatî nekarin karê xwe bikin an jî vegerin malên xwe.”

66 rêxistin, partî û komele di nav de Yekitiya Giştî ya Tunisê de banga lidarxistina xwepêşandanan kir û gelek rêveberên partiyên muxalif û sendîka tev li wan bûn.”