Şêx Sînan Seydûş: Armanca gefên dewleta Tirk têkbirina aramiya herêmê ye

Berdevkê Fermî yê Meclisa Rûspiyên Herêma Rojhilatê Kantona Qamişlo Şêx Sînan Seydûş got pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava yekitiyeke hevpar de dijîn û armanca gefên dagirkeriya Tirk jî ew e ku aramiya herêmê têk bibe împratoriya Osmaniyan vegerîne.

Şêx Sînan Seydûş: Armanca gefên dewleta Tirk têkbirina aramiya herêmê ye
14 sibat, 2021   03:51
QAMIŞLO – ÎSAM EBDULLAH

Dewleta Tirk bi rêya gefên li ser herêmê hewl dide rûbera dagirkeriyia xwe li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berfireh bike.

Piştî serdana wezîrê parastinê yê dewleta Tirk Hulusi Akar ji Bexda û Hewlerê re û hevdîtina wî bi hin berpirsan re di 18 – 19`ê Çileyê de, Serokkomarê dewleta Tirk Receb Tayyîb Erdogan di 22`ê Çileyê de gefxwar ku ew ê êrişeke nû li dijî Şengal û herêma Dêrikê pêk bîne.

Berdevkê Fermî yê Meclisa Rûspiyên herêma Rojhilatê kantona Qamişlo Şêx Sînan Seydûş der barê gefên dewleta Tirk li ser herêma Dêrik û Şengalê de ji ANHA`yê re axivî

Şêx Sînan di axaftina xwe de wiha behsa armancên dewleta Tirk ji gefên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir: "Dijminê gelê kurd pir in, lê  dijminê yekem ji vî gelî re dewleta Tirk e."

Şêx Sînan wiha domand: "Dewleta Tirk hewl dide mafên gelê kurd li her çar aliyên Kurdistanê û bi taybet li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dest bixe. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî ji bo parastina destkefiyên xwe têdikoşe."

Şêx Sînan Seydûş destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk ne tenê tunekirina hebûna gelê kurd e, lê belê dixwaze serdema Osmanî ji nû ve vegerîne.

Sînan Seydûş di axaftina xwe de behsa êrişên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û sûcên ku pêk tîne kir û wiha got: "Armanc ji êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkbirina projeya biratiya gelan e ku ji aliyê rêber Abdullah Ocalan ve hatiye pêşkêşkirin. Dixwazin vê projeya demokratîk têk bibin. Dewleta Tirk bi behaneya gelê Kurd, şerê hemû gelên herêmê dike û dixwaze rûbera dagirkirina xwe berfireh bike."

Sînan Seydûş di berdewamiya axaftina xwe de tekez kir ku planên dewleta Tirk li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê û gefên wê yên dawîn ên li ser Dêrik û Şengalê hewldana wê ya vegerandina împratoriya wê di pêşerojê de ye. Ji ber wê yekê jî divê her kes hişyar be û parastina destkefiyên ku bi saya xwîna hezarên şehîdan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye bidestxistin, bikin.

‘BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ DI NAVA MÛZAYÎKEKE XWEŞIK DE DIJΑ

Şêx Sînan Seydûş destnîşan kir ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava mûzayîkeke xweşik de bêyî ferq û cûdahî dijîn û wiha domand: "Gel û pêkhateyên Bakur û Rojilatê Sûriyê bêyî ferq û cudahî li ser vê axê dijîn.  Ev yek peyameke girîng ji dewletên desthilatdar re ye ku gelên herêmê bi yekitiyeke hevbeş dijîn."

Şêx Sînan Seydûş di berdewamiya axaftina xwe de wiha berdewam kir: "Em di pêvajoya hebûn û nebûnê de dijîn. Ji ber wê divê hemû gel hişyar be da ku êrişên li ser herêmê têk bibin."

Berdevkê Fermî yê Meclisa Rûspiyên herêma Rojhilatê kantona Qamişlo Şêx Sînan Seydûş wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê partiyên Kurd hêzên xwe bikin yek û li dora diyalogê kom bibin. Ji ber ku ew diyalog wê guhertinên serkeftîn bi xwe re bîne û wê êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rawestîne."
(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/GatHlNCNvGY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>