ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-02-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-02-2021
14 sibat, 2021   00:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Tevgera Civaka Demokratîk ji bo şeremzarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyekê li ber avahiya Konseya Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Qamişlo dide, saet 14:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê derbarê komploya 15'ê Sibatê de civînekê ji malbatên şehîdan re li navenda xwe li dar dixe, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên bajarê Qamişlo li dijî komploya navneteweyî meşekê ji taxa Xerbî ber bi taxa Hilêliyên ve li dar dixe, saet 16:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Dewleta Tirk a dagirker aku xwe bi dewleta qanûn bi nav dike, bi karanîna avê wekî çek li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê de berdewam e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

-Şêniyên bajarê Hesekê nerazîbûn nîşanî bêdengiya hikumeta Başûrê Kurdistanê ya li hemberî êrişên dewlta Tirk dan û banga serhildanê li hemberî dagirkeriyê kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dayîk û bavên gerîlayên HPG'ê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêma Garê şermezar kirin û gotin: " Zarokên me gelê Kurd diparêzin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

-  Heke îro têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd wek berxwedana azadiyê ya herî biheybet a sedsala 21’an tê dîtin û ev têkoşîn her ku diçe mezin dibe, bê şik û guman ji bo yekê roleke herî mezin jî ya berxwedan û şehîdên çalakiyên “Hûn nikarin roja me tarî bikin” e. (BI WÊNE).

JIN

- Jina filistînî Mûna Yûsif fikrê rêber Abdullah Ocalan ji xwe re bingeh girtiye û hewl dide di nava hemû jinan de belav bike, ji ber fikirê rêbertî mirovahî û jinan rizgar dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

-Her kes geşedanên li Sûriyê dişopînin, nemaze piştî binkeftina Komîteya Destûrî ya ku tê payîn ku bidawîbûna bi awayekî fermî were ragihandin, encamên civînên bê yên di navbera Rûsya, Tirkiyê û Îranê de, gelo wê çi biqewime? (BI WÊNE).

-Li gorî raporan, binkeftina Konseya Ewlekariyê ku derbarê Sûriyê de bighêje lihevkirinê, gog veguhezadn stada "Garantorên Astana", çavdêr dibêjin, niyetên navneteweyî hene ku bi destek û gihiştina kesayetên nêzî wê li desthilata nû, çeteyên Tikriyê li Lîbyayê bihêle (BI WÊNE).

HEVPEYVÎN

- Lêkolînerê Enstîtuya Amerîkan (AEI) Michael Rubin diyar kir ku dewleta Tirk baregehên PDK'ê wekî baregehên operasyonên pêşketî yên artêşa xwe dibîne û got, Mesrûr Barzanî ditirse ku xerabiya rêveberiya wî dihêle ku partiya wî giraniya xwe wenda bike.

CIWAN

-Ciwanên Dêrikê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêma Garê meşekê li dar dixin, saet 12:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan a Minbicê têkildarî komploya 15'ê Sibatê semînerekê dide, saet 12:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Jinan a Minbicê derbarê komploya navneteweyî de semînerekê ji bo jinan organize dike, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Tevgera Çand û Hunerê li navenda Mihemed Şêxo bi daxuyaniyekê komploya navneteweyî şermezar dike, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Berdevkê Fermî yê Meclisa Rûspiyên Herêma Rojhilatê Kantona Qamişlo Şêx Sînan Seydûş got pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nava yekitiyeke hevpar de dijîn û armanca gefên dagirkeriya Tirk jî ew e ku aramiya herêmê têk bibe împratoriya Osmaniyan vegerîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Efrînê diyar kir ku armanca êrişên dewleta Tirk a dagirker ên dubare, ew e ku îradeya Kurdan bişikîne, herêmê vala bike û ji dozan wan dûr bixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA