Yên li dijî komployê bedena xwe da ber agir

Heke îro têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd wek berxwedana azadiyê ya herî biheybet a sedsala 21’an tê dîtin û ev têkoşîn her ku diçe mezin dibe, bê şik û guman roleke herî mezin jî ya berxwedan û şehîdên çalakiyên “Hûn nikarin roja me tarî bikin” e.

Yên li dijî komployê bedena xwe da ber agir
14 sibat, 2021   01:15
NAVENDA NÛÇEYAN - ZANA DENÎZ

Rêber Abdullah Ocalan beriya 22 salan bi komployeke navneteweyî dîl girtin û birin zindana Îmraliyê.

Di 15'ê Sibata 1999'an de dema ku nûçeyên têkildarî dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan derketin, Kurd û dostên wan bi rengekî ku di dîrokê de nehatiye dîtin, çalakî li dar xistin. Ji 7 salî heta 70 salî Kurd, ciwan û kal, mêr û jin wê rojê li dijî komployê bûn yek û herikîn meydanan.

Çalakiyan bi mehan, bi şev û roj dewam kir û bi pêşengiya bi dehan jin û mêrên Kurd çalakiyên “Hûn nikarin roja me tarî bikin” li dar ketin û bedenên xwe dan ber agir û li dora rêber Abdullah Ocalan mertaleke parastinê ava kirin.

Li hemberî van çalakiyan komploger jî şaş man û nezanîn ka dê çi bikin.

Têkoşîna gelê Kurd a li çar aliyên cîhanê, nehişt komploger planên xwe bi dilê xwe pêk bînin û têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd jî gihande qonaxeke din.

Rêber Abdullah Ocalan dê piştre li ser Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê, li girtîgeha Îmraliyê ku lê dîlgirtî ye, ev nirxandin bikira:

"Komploya 15 'ê Sibatê komployeke sedsala 21’an e. Ez hewl didim rast bixwînim. Ez ê di van rojan de Komploya 15 'ê Sibatê bi kûrahiya wê ji nû ve binirxînim. Çima ez sakîn bûm? Min diyardeya şîdetê ji holê rakir. Ev tiştên pir cidî ne. Dewlet wê dişopîne. Divê civak vê mijarê bibîne û bi pêş bixe. Ev jî bi pêşvebirina têkoşînê dibe. Divê hûn bi xwerexnekirineke baş rewşên xwe yên berê derbas bikin. Ev jî ji bo kesên 70 salî jî pêwîst e. Hêzên rojavayî senaryo nivîsand, lewma aktorên sereke hêzên rojavayî ne. Rola cerdevanî û îdamê jî dan Tirkiyê. Provokatoriya Yewnanan tiştekî tirsnak e. Îngilîz jî di lîstikê de hene. Hin bûyerên sosret rû dan. Ez difikirim ku dê dema wê were."

GELEKÎ KU LI DORA RÊBERTIYA XWE DIBE XELEK

Têkoşîna li dijî Komploya Navneteweyî ku wek berxwedana dîrokî ya sedsala 21'an pêk hat, hişt ku gelê Kurd û dostên wan li dora rêber Abdullah Ocalan bibin yek û di rê li ber hevgirtina li dijî faşîzmê vekir.

Di sala 1999 'an de tevgera azadiyê ya Kurd û gelê Kurd ji bo dengê xwe li tevahiya cîhanê bidin bihîstin, pêvajoyek bêdawî ya çalakiyê da destpêkirin ku wê bi rojan, mehan û heta bi salan bidomiya.

Ev pêvajoya çalakiyên bênavber ji bo gelê Kurd ne ya yekemîn û ne jî ya dawîn bû. Gelê Kurd û dostên wî bi salan li dijî faşîzmê û hemû rejîmên wê yên qirêjî yên netewedewletê her cure berxwedan nîşan da. Wateya berxwedana li dijî Komploya Navneteweyî êdî wisa bû ku hesab ji faşîzm û tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan were xwestin.

Ji ber vê yekê di 9'ê Cotmehê de bi dehan jin û mêrên Kurd wek sembola berxwedanê û li dijî Komploya Navneteweyî, dest bi çalakiyên “Hûn nikarin roja me tarî bikin” kir. Bedenên xwe dan ber agir û ev çalakî bûn lûtkeya çalakiyên li dijî komploya li dijî rêber Abdullah Ocalan.

‘HÛN NIKARIN ROJA ME TARÎ BIKIN’

Li gelek bajarên Ewropayê bi taybet Bakurê Kurdistanê, Başûr, Rojhilat û Tirkyê gelê Kurd li dijî Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Oaclan daketin kolanan û bi dehan çalakgeran bedena xwe da ber agir.

AHMET YILDIRIM (TAYHAN) - REMZÎ AKKUŞ (JÊHAT)

Ahmet Yildirim (Tayhan) û Remzî Akkuş (Jêhat) ku di 17'ê Mijdara 1998'an de li ber Dûmaya Rûsyayê bedena xwe da ber dar, got; "Em li dora Ocalan bibin çemberên ji agir. Em nehêlin roja me tarî bikin."

Ji ber vê yekê navê wan çalakiyan bû "Hûn nikarin roja me tarî bikin."

SELAMET MENTEŞ - AYNUR ARTAN

Selamet Menteş û Aynûr Artan şeva 23’yê Cotmeha 1998'an li girtîgeha Midyadê bi kolonyayê agir berda bedena xwe. Selamet Menteş li girtîgehê şehîd bû û Aynûr Artan jî li Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê şehîd bû. Selamet û Aynûr ev nîşe li dû xwe hişt: "Parastina Rêbertî, bi xwe bi ser xistinê mimkun e. Parastina Rêbertî, bi xwe gihandina agirên azadiyê mimkûn e."

DAYIKA XETÎCE

Dayika Xatîce ya 55 salî ku di sala 1998 'an de li mala xwe ya li navçeya Bagcilar a Stenbolê bi dirûşma "Hûn nikarin troja me tarî bikin" li dora rêber Abdullah Ocalan bû xeleke ji agir. Van çalakiyan jî eşkere kir ku rêber Abdullah Ocalan bi rastî jî ji bo civakê tê çi wateyê.

MEHMET HALÎT ORAL

Di 15'ê Sibata 1999'an de dema rêber Ocalan anîn Tirkiyê, gelek kes, bi taybetî Mehmet Halît Oral ê li Girtîgeha Mereşê girtî, bi vê armancê agir berda bedena xwe û çalakiyên bi vî rengî di nava demeke kurt de berbelav bûn.

GERÎLA ŞEHRISTAN

Gerîla Şehristan li navçeya Cizîr a Şirnexê ji dayik bûye û navê wî yê rast Nezahat Baradî ye. Şehristan di sala 1991'an de tev li nava refên gerîla bûye û di 20 'ê Adara 1999'an de li Botanê bedena xwe da ber agir.

ELEFTERYA FORTULAKÎ

Jina ciwan a bi navê Elefterya Fortulakî a bi eslê xwe ji bajarê Atîna yê Yewnanistanê ye ku dayika 2 zarokan bû, ji bo protestokirina zextên li ser rêber Abdullah Ocalan tev li karwanê çalakvanên "Hûn nikarin roja me tarî bikin" bû.

SERPÎL POLAT

Endama rûmetê ya Komeleya Propagandaya Çekdarî ya Marksîst-Lenînîst (MLSPB) Serpîl Polat ku li Girtîgeha Sakaryayê ya Tirkiyê girtî bû, bersiveke şoreşgerî da komploya li dijî rêber Abdullah Ocalan.

Endama rûmetê ya MLSPB'ê Serpîl Polat di nameya xwe de wiha digot: "Ez êrişên emperyalîzmê yên li ser gelan bi giştî û gelê Kurd bi taybet di şexsê rêberê şoreşger Abdullah Ocalan de, şermezar dikim û ez amadehiya mezinkirna hêrsa xwe bi agir berdana bedena xwe dikim û diyar dikim ku Ocalan nikare bê dadgehkirin."

Çalakiyên "Hûn nikarin roja me tarî bikin" ku li girtîgehên Tirkiyê dest pê kir, di rojên pêş de hema hema li her derê belav bûn.

VIYAN SORAN

Viyan Soran (Leyla Walî Hesen) di 2'yê Sibata 2006'an de li Heftanînê bedena xwe da ber agir û bû yek ji sembolên çalakiyên "Hûn nikarin roja me tarî bikin". Viyan Soran di nameya li dû xwe hiştî de wiha dibêje: "Hûn dikarin rexneyên xwe li min bikin ku çima te çalakiyeke wiha pêk anî, yan jî bibe ku rêber Apo çalakiyeke bi vî rengî qebûl neke... Her şeva 15'ê Sibatê dilê Mazlûm Dogan, Zekiye Alkan, Bêrîvan, Ronahî, Rehşan, Sema, Fîkrî Baygeldî, Serdar û bi hezaran hevrêyên min ên şehîd di dilê min de lê dide. Dirûşma wan a 'Bijî Serok Apo' her tim di dilê min de lê dixist. Dibe ku hûn çalakiya min qebûl nakin, hûn dikarin rexne bikin. Lê em ji we hîn bûn ku bêyî berdêl azadî bi dest nakeve."

AYNÛR YAŞLI

Yek ji wan kesan bû ku di sala 2006’an de li Antalyayê bedena xwe da ber agir. Gelê Kurd li dora rêber Abdullah Ocalan çalakî, hebûn û îradeya xwe li hev civand û sembolîze kir.

Ji ber ku gelên Kurdistanê bi kombûna li dora rêber Ocalan hewl da dawî li tecrîdê bînin, komploya sala 2007'an a li dijî rêber Abdullah Ocalan dewam kir û nûçeyên ji zindana Îmraliyê hatin, hêrsa gel ji nû ve bilind kir. Rêber Abdullah Ocalan hate jehrîkirin. Ji ber vê yekê dîsa çalakiyên "Hûn nikarin roja me tarî bikin" dest pê kir.

Rêber Abdullah Ocalan gotibû, çalakiyên bi vî rengî ew di rewşeke gelekî zehmet de hiştiye, qîmeteke mezin dide wan, lê qebûl nake. Li şûna çalakiyên bi vî rengî, destnîşan kir ku bi rêbazên din birêxistinkirina têkoşînê dê rasttir be. Lê belê çalakiyan bê navber dewam kir. Ji ber ku gelê Kurd her cure êrişên li ser Rêbertiya xwe, li dijî xwe didît.

EVRÎM DEMÎR - NAZELÎN KORKUT

Evrîm Demîr a 18 salî di 18'ê Tîrmeha 2011'an de li navçeya Kopê ya Mûşê û Nazelîn Korkut a 21 salî jî di şeva 15 'ê Sibata 2018'an de li navçeya Konak a Îzmîrê bi armanca protestokirina Komploya Navneteweyî agir berda laşê xwe.

Di ser radestkirina rêber Abdullah Ocalan a bi komployeke navneteweyî re 22 sal derbas bûn. Îro jî berxwedana gelê Kurd bi çalakiya girtiyên di zindanan de ku bedena xwe daye ber greva birçîbûnê, berdewam dike.