Şêniyên Efrînê: Armanca êrişên dewleta Tirk valakirina herêmê ye

Şêniyên Efrînê diyar kir ku armanca êrişên dewleta Tirk a dagirker ên dubare, ew e ku îradeya Kurdan bişikîne, herêmê vala bike û ji dozan wan dûr bixe.

Şêniyên Efrînê: Armanca êrişên dewleta Tirk valakirina herêmê ye
14 sibat, 2021   02:27
ŞEHBA- LÎNDE ŞÊX

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser herêma Şehbayê ku bêhtirî 300 hezar koçber lê dimînin, zêde kirine. dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê sûc û komkujî li dijî sivîlan pêk anî ku piraniya wan jin û zarok bûn.

/kr/uploads/files/2021/02/13/214312_-1600x1200.webp

Di wê derbarê êrişên dagirkeriya Tirk de şêniyên Efrînê nêrînên xwe parve kirin. Endamê Yekîtiya Parêzeran a herêma Efrînê, Lezgîn Kor destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Şehbayê berdewamiya dagirkirina wê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji Efrînê heya Serêkaniyê û Girê spî û beriya wê jî herêma Babê, Cereblûs, Ezaz û Idilibê ye.

Her wiha Lezgîn Kor wiha domand:"Dewleta Tirk ji van êrişan armanc dike ku timayên (çavnebariyên) Osmanî ku xwe dispêre mîsaqa millî fireh bike û pêk bîne."

Lezgîn wiha axaftina xwe bi dawî kir:"Piştî koçberbûna zêdeyî 300 hezar kes ji kantona Efrînê  ber bi kantona Şehbayê ve, dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li dijî navçeya Til Rifet û gundên Şehbayê ranewestandiye, bi vê yekê hewl dide koçberan ji Efrîna dagirkirî dûr bixîne."

`TOPÊN WÎ JİN Û ZAROKAN QETİL DİKE`

/kr/uploads/files/2021/02/13/214333_-1600x1200.webp

Endama Meclisa Kantona Efrînê, Gulistan Cefo diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên hovane li dijî herêmên Şehbayê berdewam in. Her wiha da zanînin ku dewleta Tirk bi armanca valakirina herêmê ji şêniyên wê û şikandina îradeya gel, êrişî gundên navçeya Şêrawa, navçeya Til Rifet û tevahî deverên Sînor dike.

Gulistanê êrişên li herêmê şermezar kir û wiha got:" Dewleta Tirk jin û zarokan bi taybet dike armanc."

Her wiha Gulistanê di dawiya axaftina xwe de wiha got:" Tu kes nikare îradeya me bişikîne, bi îsrara me û felsefeya rêber Abdullah Ocalan em ê tevahî planên faşîzmê bin têk bibin."

`HESPÊ ME Lİ KU DERÊ AVÊ VEXWE, EW DER AXA ME YE`

/kr/uploads/files/2021/02/13/214400_-1600x1200.webp

Endamê rêveberiya Yekîtiya Rewşenbîran a Kantona Efrînê, Esmet Hesen diyar kir ku dewleta Tirk li ser plana `Hespê me li ku derê avê vexwe, ew der axa me ye` dimeşe.

Esmet di dawiyê de tekez kir ku êrişên li ser herêma Efrînê û dagirkirina wê û berdewamkirina gefxwarinên li dijî Şehbayê, armanc jê ne tenê dagirkirin e, lê belê tunekirina Kurdan û bidestxistina tevahî Rojhilata Navîn e.

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/9cXEZEfA5sc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>