Partiyên kurdî komploya navneteweyî û êrişên li ser Garê şermzar kirin

Partiyên kurdî yên li Hesekê bêdengiya civaka navneteweyî ya li hember êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser Garê û helwesta hikûmeta Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û gotin: "Armanc temamkirina komploya 15'ê Sibatê ye."

Partiyên kurdî komploya navneteweyî û êrişên li ser Garê şermzar kirin
12 sibat, 2021   15:51
HESEKÊ

Bi dehan endam û nûnerên partiyên siyasî yên kurdî yên di bin sîwana MSD'ê de, li parka Rêber Apo ya li bajarê Hesekê kom bûn û bi daxuyaniyeke hevbeş êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Garê û Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Endama komîteya koordîneya di navbera partiyên siyasî yên bajarê Hesekê de Şirîn Ebas daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin, hêzên mêtînger ên nûnertiya îslama radîkal a "DAIŞ" dikin bi serkêşiya Erdogan li dijî gelê Kurd bûne yek.

Her wiha hate diyarkirin ku her çiqasî ku Kurd nêzî pêkanîna armanc û yekrêziya refa xwe dibe, êrişên li ser tevahî Kurdistanê zêde dibin.

Di daxuyaniyê de Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan hate şermezarkirin û hate gotin, çawa kompoya navneteweyî têk çû, dê êrişên li ser Garê jî têk biçin.

Partiyan bêdengiya civaka navneteweyî ya li hember êrişên hovane yên dagirkeriya Tirk ên li ser Garê  her wiha bêdengiya hikûmeta Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û gotin: "Armanca êrişên li ser Garê temamkirina komploya navneteweyî ya li dijî ronakbîr Abdullah Ocalan e. Her wiha ji bo têkbirina projeya demokratîk û jiyana hevbeş e ya ku ji dibistana neteweya demokratîk ya girtîgeha Îmraliyê derektiye."

Piştî xwendina daxuyaniyê, durişmeyên banga azadiya rêbertî û şermezarkirina êrişên dagirkeriya Tirk hatin avêtin.

ANHA