Şehîdê QSD'ê Mihemed Elî li Amûdê hate veşartin

Bi merasîmekê girseyî cenazeyê şehîdê QSD'ê Mihemed Elî (Ebû Elî) li goristana Şehîd Îsamîl a li Amûdê hate veşartin.

Şehîdê QSD'ê Mihemed Elî li Amûdê hate veşartin
Şehîdê QSD'ê Mihemed Elî li Amûdê hate veşartin
Şehîdê QSD'ê Mihemed Elî li Amûdê hate veşartin
Şehîdê QSD'ê Mihemed Elî li Amûdê hate veşartin
Şehîdê QSD'ê Mihemed Elî li Amûdê hate veşartin
Şehîdê QSD'ê Mihemed Elî li Amûdê hate veşartin
Şehîdê QSD'ê Mihemed Elî li Amûdê hate veşartin
12 sibat, 2021   15:28
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên navçeya Amûdê cenazeyê şervanê QSD'ê Mihemed Elî (Ebû Elî) yê ku 10'ê Sibatê li Minbicê şehîd bûbû, bi merasîmekî spartin axê.

Şêniyan cenazeyê şehîd ji ber navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê wergirtin û bi piya ber bi goristana Şehîd Îsamîl ve çûn.

Di merasîmê de ji fermandarên QSD'ê Rojava Mihemed axivî û got: "Em îro lehengekî din ji lehengên QSD'ê oxir dikin. Şehîd Mihemed ji bo welatê xwe têkoşiya, soz da hevalên xwe û heta şehadetê li ser soza xwe bû."

Berdevkê fermî yê Lîwa Şemal El- Demokratîk Mihemed Hebîb jî axivî û soza şopandina têkoşînê ta pêkanîna serkeftinê û derxistina dagirkeran ji xaka Sûriyê da.

Piştî axaftinan, nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Cenazeyê şehîd di nava diruşmeyan de hate veşartin.

ANHA