Li Qamişlo jî pêşangeha wêne û pirtûkên rêbertî

Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê pêşangeha wêne û pirtûkên rêbertî li bajarê Qamişlo vekir.

Li Qamişlo jî pêşangeha wêne û pirtûkên rêbertî
Li Qamişlo jî pêşangeha wêne û pirtûkên rêbertî
Li Qamişlo jî pêşangeha wêne û pirtûkên rêbertî
Li Qamişlo jî pêşangeha wêne û pirtûkên rêbertî
Li Qamişlo jî pêşangeha wêne û pirtûkên rêbertî
Li Qamişlo jî pêşangeha wêne û pirtûkên rêbertî
Li Qamişlo jî pêşangeha wêne û pirtûkên rêbertî
Li Qamişlo jî pêşangeha wêne û pirtûkên rêbertî
12 sibat, 2021   15:16
QAMIŞLO

Bi rasthatina salvegera 22`yan a Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan, Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê pêşangehe wêne û pirtûkên rêber Abdullah Ocalan  li parka giştî ya bejarê Qamişlo vekir. Di pêşangehê de 30 wêneyên rêber Abdullah Ocalan yên xêzkirî, her wiha wêneyên rêbertî yên fotografî û pirtûkên wê hatin pêşandan.

Pêşangeh bi beşdariya şêniyên bajarê Qamişlo û kesayetên ku bi rêber Abdullah Ocalan re civiyane hate vekirin.

Selahattîn Hilbo yê di salên 1991 û 1992`an li Şamê bi rêber Abdullah Ocalan re civiyaye axivî û got:"Hevdîtina min bi rêber Ocalan re wekî rojbûneke nû bû, piştî hevdîtinê me rastiya şoreşê nas kir û barê wê rakir."

Hilbo anî ziman ku hemû serkeftinên ku bi dest xistin berhemên fikirê rêbertî ne û diyar kir ku ew ê berxwedanê bidomînin.

Dûvre belgefîlmek têkildarî jiyana rêber Abdullah Ocalan û komploya navneteweyî hate pêşandan.

Li gorî komîteya çavdêriyê ya pêşangehê dê pêşangeh heta sibe vekirî be.

(eh)