Malbatên şehîdan: Em ê têkoşînê bidomînin, heta rêbertî azad bikin

Meclisa Malbatên Şehîdan komploya 15'ê Sibatê şermezar kir û soza şopandina fikir û felsfeya rêbertî ta pêkanîna azadî û serkeftinê da.

Malbatên şehîdan: Em ê têkoşînê bidomînin, heta rêbertî azad bikin
12 sibat, 2021   14:37
ŞEHBA

Bi dehan dayik û bavên şehîdan ji bo şeremzarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan li pêşiya navenda meclisê ya li gundê Til Qerah ê navçeya Ehdasê ya Şehbayê kom bûn Malbatên Şehîdan  ku wêneyên rêber Abdullah Ocalan, şehîdên Berxwedana Serdemê û alên Meclisa Malbatên Şehîdan hilda bûn û daxuyanî da.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê Ewfa Mihemed daxuyanî xwend û  diyar kir ku komploya li dijî rêbertî encamên lihevkirineke sêaliyên navneteweyî bû, armanc jî vîna gelên ku xwedî li ramanê rêbertî derketine bişînin.

Ewfa Mihemed destnîşan kir ku îradeya gel li hemberî vê komploya qirêj a li dijî rêber Abdullah Ocalan bi hêztir bû û wiha domand: " Girtîgeha Îmraliyê, wekê cihê jêneveger tê naskirin, ji ber vê yekê rêbertî xistine vê girtinê, lê rêber Abdullah Ocalan xuya kir ku azadî hemû hêmanan pêwîst dike û Îmralî veguherand jêdereke din a azadiyê. Aliyên komploger bi bin ketin, ji ber vê yekê şerê cîhanê yê sêyemîn afirandin û amadekariyên pêkanîna planeke nû ji bo qirkirina gelan kirin. Lê bi berxwedana gelên ku xeta rêber Abdullah Ocalan dişopînin, rû bi rû man. Gel hêza xw ji fikirê rêbertî digirin, ku ji tevahî gelên Rojhilata Navîn re bûye sembola azadiyê."

Di daxuyaniyê de hate gotin, malbatên şehîdan soza ya domandina xeta têkoşînê heta azadiya rêbertî ji Îmraliyê dûbare dikin, dê çalakiyên xwe bidomînin, ta bighêje tevahî cîhanê û wijdanê wê şiyar bikin ku piştgiriya rêbertî bikin, tevahî binpêkirin û sûcên ku dewleta Tirk pêk tînin bi dawî bikin û rêbertî azad bikin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/woFosL6f0sA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>