Tevgera Ciwanên Şoreşger li dijî dagirkeriyê banga serhildanê kir

Ciwanan bang li tevahiya gelê Kurd kir ku li hemberî dewleta Tirk a dagirker û sûcên wê yên hovane yên li dijî herêmên Parastinê yên Medyayê, serî hildin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger li dijî dagirkeriyê banga serhildanê kir
12 sibat, 2021   13:54
QAMIŞLO

Dewleta Tirk a dagirker piştî ku li Heftanînê bi bin ket, êrişên xwe li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê didomîne, di 10`ê Sibatê de êrişî herêma Garê ya li Başûrê Kurdistanê kir.

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li hemberî wan êrişan, seferberiya giştî ragihand û da zanîn ku ew amade ye piştgiriya berxwedana Garê û Hêzên Parastina Gel (HPG) bike. Di vê çarçoveyê de gelek çalakiyên cur bi cur li dar xistin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan bi koordîneya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Kongreya Star û Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Dêrikê çalakiya konvedanê li dar xist.

Di roja yekemîn a çalakiyê de, bi dehan şêniyên Dêrik, herêma Koçerat û Meclisa Bajarokê Beravê serdana konê çalakiyê yê li nêzî Navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê hatiye vedan, kirin.

Piştî deqeya rêzgirtinê, bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Dêrikê Sûad Mistefa Basim axivî û banga piştgiriya Hêzên Parastina Gel (HPG) kir û got: “Divê pêkhateyên herêmê û partiyên Kurd asta têkoşîna li dijî êrişên hovane yên li ser herêma Garê li Başûrê Kurdistanê mezin bikin.”

Ji aliyê xwe ve endamê rêveberiyê yê PYD`ê yê navçeya Dêrikê Mihemed Abdullah axivî û got: “Ji 40 salî ve dewleta Tirk şerê gelê Kurd û tevgerên siyasî dike. Lê ji ber ku vîna gelê Kurd ji êrişên wê xurttir e, êrişên wê bi bin ketin.”

Endamê rêveberiyê yê Tevgera Ciwanên Şoreşger Xemîs Xidir bang li çeteyên Roj kir ku dev ji planên dewleta Tirk berdin û xwe ji van sûcên ku yekrêziya Kurdan bin pê dike, paşde vekişînin.

Her wiha Xidir tekez kir ku ew di rewşek haydar de ne û dê seferberiya wan heta binxistina faşîzma Tirk û têkbirina tevahî planên dewleta Tirk berdewam bike.

Piştre li ser navê Kongreya Star Rewşen Abdullah axivî û got: "Êrişên hovane yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê berdewamiya komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan e."

Her wiha kesên ku tevlî xwepêşandanê bûne guhdarî dahurandinên rêber Abdullah Ocalan kirin.

Konê çalakiyê dê sê rojan bidome û dê ji 8'ê sibehê û heya saetên êvarê be, da ku şênî werin pêşwazîkirin. Her wiha şandeyek ji PYD'ê dê sibê biçe bin konê çalakiyê.

(dx)