Rojnamevanê êzidî: Dewleta Tirk plan dike ku deverên din ên Kurdistanê dagir bike

Rojnamevanê êzidî Yasir Ilyas got dewleta Tirk plan dike deverên din ên Kurdistanê dagir bike û diyar kir ku li hemberî hewldanên dagirkirina herêma Garê ji hemû hêzên kurdî tê xwestin ku bibin yek û xwedî li berxwedana gerîla ya li hemberî dagirkeran derkevin.

Rojnamevanê êzidî: Dewleta Tirk plan dike ku deverên din ên Kurdistanê dagir bike
12 sibat, 2021   07:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker ji 10`ê Sibatê ve êrişî herêma Garê ya Başûrê Kurdistanê dike. Hêzên Parastina Gel (HPG) destnîşan kir ku armanca êrişê dagikirina Başûrê Kurdistanê ye.

Heta niha hikumeta Başûrê Kurdistanê bê helwest e û tu daxuyanî ji bo rawestandina êrişan yan sekinandina li hemberî êrişan nedaye.

Girêdayî mijarê, rojnamevanê êzidî Yasir Ilyas got: “Êrişa li dijî Garê planeke dewleta Tirk e ji bo dagirkirina deverên din ji erdnîgariya Kurdistanê.“

‘GELÊ HERÊMÊ JI BILÎ WÊRANÎ Û KUŞTINÊ TIŞTEK JI DEWLTA TIRK NEDÎT’

Ilyas wiha domand: “Erdogan careke din gefa êrişkirinê li Şengalê xwar û bi awayekî domdar êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Ew hewl dide dîroka Osmaniyan li herêmê vejîne û herêma ji Mûsilê heta Helebê dagir bike.”

Ilyas diyar kir ku gelên herêmê ji bilî wêranî û kuştinê tiştek ji Osmaniyan nedît û dê tiştekî ji baştir ji dewleta Tirk jî nebîne, ji ber ku çavnebariyên dewleta Tirk dîrokî ne.

Têkildarî hincetên ku dewleta Tirk bi rêya wan êrişî herêmê dike, Yasir Ilyas îşaret pê kir ku dewleta Tirk her tim Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) dike hincet da ku baregehên leşkerî ava bike yan jî herêmê dagir bike û wiha lê zêde kir: “Armanca baregeha dewleta Tirk li herêma Başîqayê (herêmeke êzidiyan e) çi ye, gelo hêzên PKK`ê li Başîqayê hene?

`XETEREYA DEWLETA TIRK LI SER TEVAHIYA KURDISTANÊ YE`

Ilyas bêdengiya hikumeta Başûrê Kurdistanê ya li hemberî niyetên dewleta Tirk rexne kir û got: “Heta niha Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bê helwest e. Tenê çend daxuyanî da û piştgiriya êrişên dewleta Tirk kir. Divê ji bêdengiya xwe derkeve. Xetereya dewleta Tirk li ser tevahî cografiya Kurdistanê heye, ne tenê li ser Şengal û Garê ye.”

`DIVÊ HÊZÊN KURD BIBIN YEK`

Ilyas piştrast kir ku dewleta Tirk a dagirker heta vê kêliyê bi dehan baregehên leşkerî li Başûrê Kurdistanê ava kirine û projeya wê ya berfirehkirina herêmên dagirkeriya xwe dewam dike.

Ilyas bang li pêşmerge, gerîla û hemû hêzên Kurd kir ku bibin yek, bê deng nemînin û li hemberî dewleta Tirk a dagirker bisekinin.

Rojnamevanê êzidî Yasir Ilyas di dawiya nirxandina xwe de, êrişa çeteyên DAIŞ`ê ya li dijî Şengalê ya sala 2014`an bi bîr xist û got: “PDK`ê wê demê bi hezaran şêniyên Şengalê di nava pencên DAIŞ`ê de hişt. Heke gerîla destwerdan nekiriba, wê çarenûsa hemû êzidiyên li Şengalê mîna çarenûsa xelkê Koço bûya. Ji lew re, divê her kes piştgiriya gerîla bike û xwedî li berxewdana wê ya li dijî dagirkeran derkeve.”

 (şx)

ANHA