Nesrîn Abdullah: Em ê tola şehîd Seida û Hind hilînin

Berdevka YPJ’ê Nesrîn Abdullah diyar kir ku ji bo tolhildana her du şehîdan Seida û Hind wan dest bi pêngaveke li dijî şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ’ê kiriye û got, YPJ’ê ji bo parastina jinan ji tevahî gefan mertal e.

Nesrîn Abdullah: Em ê tola şehîd Seida û Hind hilînin
12 sibat, 2021   08:02
QAMIŞLO-SILAVA ABDUREHMAN

Di vê dawiyê de êriş û çalakiyên çeteyên DAIŞ’ê li Dêrazorê zêde bûn. Çeteyan gelek kesayetên payeberz û karmendên saziyên Rêveberiya Xweser qetil kirin. Çetayan hevseroka Meclisa bajarokê Til El-Şayir ê girêdayî Deşîşa yê başûrê Hesekê Seida Feysel Hermas û cîgira wê Hind Letîf El-Xidêr revandin û di êvara înê ya 22’yê Çileya de qetil kirin.

Ji bo rakirina tola herdu jinên şehîd, QSD’ê bi beşdariya YPJ, YPG, û Hêzên Ewlekariya Hundirîn di 4’ê Sibatê de li beyareya Dêrazorê heta bi sînorê Iraqê oparsiyoneke hevbeş a berfireh li dijî şaneyên DAIŞ’ê dest pê kir.

Girêdayî mijarê, berdevka Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Nesrîn Abdullah ji ANHA'yê re axivî û wiha got: "Têkoşîna me li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam e. Piştî rizgarkirina Baxozê ku navenda dawî di destê çeteyên DAIŞ’ê de mabû, hîna jî gelek şaneyên veşartî yên çeteyan hene. Ew şane hewl didin xwe ji nû ve li herêmên ku berê serweriya wê dikirin, bi taybet li herêma Firatê belav bikin."

'AKTORÊN KU DIHÊLIN ÇETEYN DAIŞ'ê ZÊDE BIBIN, GELEK IN'

Nesrîn Abdullah bal kişand ser aktorên ku dihêlin çeteyên DAIŞ'ê li herêmê çalak bibin û wiha domand: "Ji ber gelek aktoran êrişên çeteyên DAIŞ’ê zêde dibin, jê rewşa li herêmê û tunebûna tu insiyatîfekê çareserkirinê aloziyê ji aliyekî ve, ji aliyekî din ve jî destwerdanên dewletan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku idîa dikin ku ew garantorên bidawîkirina aloziya Sûriyê ne, dihêlin rewşa krzîtir bibe. Li aliyekî din jî hebûna DAIŞ’ê li beyareya Şamê ye, ji ber ku şaneyên veşartî yên li herêmên me piştevaniya xwe ji wir digirin. Çeteyên DAIŞ’ê piştevaniya madî û manewî ji dewleta Tirk jî digirin û têkiliyên wan bi hev re berdewam in."

Nesrîn Abdullah destnîşan kir ku berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ’ê berdewam e, û ev tişt got: "Gelek dewlet dibêjin ku çeteyên DAIŞ’ê hatine tunekirin, lê DAIŞ’ê hîna bi dawî nebûye û êrişên wan berdewam in, bi hezaran şaneyên veşartî hene, her tim hewl didin xwe li herêmê ji nû ve bi rêxistin bikin, ew jî ne tenê li ser asta şaneyan, lê belê asta cebheyên nû dixwazin xwe bi rêxistin bikin, da ku ji nû ve serweriyê li herêmên ku ji dest dane, bikin."

Berdevka YPJ'ê îşaret bi qetilkirina kesayetên payeberz û navdar ên li herêma Firatê, mîna rûspî û şêxên eşîrên Ereb û karmendên saziyên Rêveberiya Xweser û hêzên leşkerî mîna du endamên rêveber ên Meclisa Til El- Şayir Seida û Hind kir û wiha domand: "DAIŞ’ê ne hêzeke leşkerî yan jî komeke biçûk a çeteyan e ku wêrankirin û xerabkirinê bike û pereyan qezenc bike, lê belê hêzeke îdeolojiyê ye û armanca wê avakirina dewleta Iraq û Şam e, da ku serwerî û îdeolojiya xwe ya tundraw li ser civakê ferz bike û ji bilî xwe tu altarnatîfê qebûl nake."

 ‘DAIŞ HEWL DIDE PROJEYA NETEWEYA DEMOKRATÎK BI DAWÎ BIKE’

Der heqê vê yekê de, Nesrîn Abdullah eşkere kir ku êrişên ku ji hêla çeteyên DAIŞ’ê ve çi li dijî rûspiyên eşîran an jî li dijî karkerên saziyên Rêveberiya Xweser bi awayekî plankirî pêk tên, armanc jê projeya neteweya demokratîk a ku bûye altarnatîfa projeya wan a tundraw têk bibin.

Nesrîn Abdullah behsa rola jinan a aktîf di berxwedanê de kir û wiha got: "YPJ’ê li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer kir û cihê wê aktîf bû û hîna jî beşdariya wê bingehîn e û ew ne hêzeke ji bo parastina jinan tenê ye, di heman demê de bi şêweyekî stratejîk di tevahî qadan de tê dikoşe."

 ‘DAIŞ BI ARTÊŞEKE JINAN RÛ BI RÛ MA, JI LEW RE TOLÊ JI WAN HIL DIDE’

Nesrîn Abdullah diyar kir YPJ’ê hêza leşkerî ya jin a yekemîn bû ku li dijî DAIŞ’ê şer kir û wiha pê de çû: "Di dîrokê de gelek komên çete der ketin, lê tu carî bi artêşeke jinan rû bi rû nehatin. YPJ’ê bi cesaret, hêz û israr şer kir û gelek destkeftî bi dest xistin û hîna jî bi dest dixin. Bawerî û hêza li gel jinan, enerjiyeke xurt ava kir û bi wê re bi hêzeke xurt li hember çeteyên DAIŞ’ê sekinî."

Nesrîn Abdullah da zanîn ku rola jinan di projeya neteweya demokratîk û tevahî saziyên Rêveberiya Xweser de aktîf e, ji lew re tên hedefgirtin, mîna her du rêveberên Meclisa Til El-Şayir Seida û Hind, ji destpêka damezrandina meclisên Til Elî Şayir ve yên her aktîf di rêvebirina civakê de bûn.

Nesrîn Abdullah piştrast kir ku ew wek YPJ’ê tola sîuqastkirina her du endamên rêveber bi rêya beşdariya di hemleya ku QSD’ê dest pê kiriye de, hilda. Her wiha bi dehan nuqteyên girêdayî çeteyan hatin serdegirtin, bi dehan hatin girtin û hejmareke mezin ji cebilxaneyan hat desteserkirin û hemle jî hîna berdewam e û dê heta têkbirina şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ’ê berdewam be.

Di dirêjahiya axaftina xwe de, Nesrîn Abdullah wiha berdewam kir: "Dema çeteyên DAIŞ’ê êrişî Şengalê kir, gelek jin girtin. Wê demê me wek YPJ’ê soz da xwe ku em heta rizgarkirina jina dawî ji destê çeteyên DAIŞ’ê têk bikoşin."

 ‘JIN LI SER RÊÇA ŞEHÎDÊN JIN BI ISRAR E

Nesrîn Abdullah bal kişand ser yekitiya ku di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de çêbûye bi taybet jî di navbera jinan de û diyar kir ku ew yek mîraseke binirx a şoreşê û sembola bêhempa li cîhanê ye. Jinan tu cudaghî nexist navbera netewe, mezheb, ol û çandan û yekitiya xwe bi saya fikir û felsefeya nû ya bi rêya projeya neteweya demokratîk, ava kir.

Berdevka YPJ’ê Nesrîn Abdullah wiha gotina xwe bi dawî kir: "Divê jin dudilî nebin û di girtina cihên xwe yên li nava saziyên Rêveberiya Xweser de çi leşkerî çi siyasî dibe, netirsin. Ji ber ku ev yek ji bo mirovahiyê têkoşîneke mezin e. Em ji bo hebûna xwe şer dikin, ji lew re şehîd tên dayîn, divê tevahî jin li ser rêça her şehîd  Seida û Hind berxwedan û têkoşînê bidomînin."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Ivh_-9ta9ds" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>