Parlamenterekî iraqî: PDK’ê li dijî Garê bi awayekî yekser destek da êrişa dewleta Tirk

Parlamenter Dr. Xalib Mihemed piştrast kir ku PDK bi awayekî yekser desteka êrişa dewleta Tirk a li dijî Garê kir û destnîşan kir ku PDK hewldanên bidawîkirina dagirkirina dewleta Tirk ji axa Başûrê Kurdistanê re asteng dike.

Parlamenterekî iraqî: PDK’ê li dijî Garê bi awayekî yekser destek da êrişa dewleta Tirk
12 sibat, 2021   07:45
 NAVENDA NÛÇEYAN

Parlamenterê Tevgera Guhertinê yê Parlamentoya Iraqê Dr. Xalib Mihemed di axaftina xwe ya li gel RojNews de wiha got: “Dewleta Tirk di fînansekirina hêzên xwe yên li Iraqê de sûdê ji aboriya Başûrê Kurdistanê digire.”

Mihemed eşkere kir ku li Başûrê Kurdistanê 31 baregehên dewleta Tirk a dagirker hene. Her wiha îşaret pê kir ku balafirên ku herêmên Başûrê Kurdistanê bombebaran dikin, sotemenî ji Başûrê Kurdistanê dadigirin.

Hêzên Parastina Gel (HPG) têkildarî êrişa dewleta Tirk a li ser Garê di 10`ê Sibatê de, daxuyaniyek da û tê de got balafirên dewleta Tirk a dagirker ji baregehên li Başûrê Kurdistanê rabûn û herêma Garê bombebaran kir. Ev yek bi erêkirina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) pêk hat ku biryara siyasî kontrol dike.

Der barê helwesta parlamentoya Iraqê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker de Mihemed got: “Me 3 caran xîtabek ji parlamentoyê re pêşkêş kir ku ji bo vekişandina hêzên Tirk ji Iraqê civînek li dar bikeve û bang li balyozxaneya dewleta Tirk were kirin ku mîna van sûcan careke din pêk neyên. Lê parlamenterên PDK`ê ji ber têkiliyên xwe yên bi malbata Barzanî re nahêlin ev civîn li dar bikeve.” 

Mihemed destnîşan kir ku êrişa dewleta Tirk bi hevkariya PDK`ê pêk hat û wiha domand: “Heke hikumeta Başûrê Kurdistanê bi awayekî cidî behsa êriş û mudaxeleyên dewleta Tirk di Başûrê Kurdistanê de kiriba, dewleta Tirk mudaxele nedikir an jî behsa Şengal, Mûsil û Kerkukê nedikir. Ji ber ku ev herêm beşek ji dewleta Iraqê ye ku al û destûra wê hene.”

Mihemed da xuyakirin ku wan bi hikumeta Iraqê re mijara şandina hêzên Iraqê ji wan herêman re nîqaş kiriye, lê hikumeta Başûrê Kurdistanê ji ber ku koordîneyek di navbera wê û dewleta Tirk de heye, hebûna hêzên Iraqê li wir qebûl nake. Mihemed bang li herêma Başûrê Kurdistanê kir ku li hemberî êrişên dewleta Tirk bisekine.

Parlamenterê Iraqê Dr.Xalib Mihemed di dawiyê de got: “Niha her aliyê ku şerê PKK`ê dike, xayîn e. Malbata Barzanî ji demeke dirêj ve vê yekê dike. Divê alî û partiyên din wê bidin rawestandin û wê şermezar bikin.”

(şx)