Şêniyan banga girînigiya berxwedana li dijî planên Tirkiyê û Şamê kir

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê diyar kirin ku planeke hevbeş di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker de heye ku êrişî herêmê bike û gelê Kurd tune bike. Şêniyan bang li partiyên Kurd kir ku bibin yek. 

Şêniyan banga girînigiya berxwedana li dijî planên Tirkiyê û Şamê kir
10 sibat, 2021   02:34
HESEKÊ-OLVA HEC MENSÛR

Dewleta Tirk û çeteyên wê plan dikin ku êrişên nû li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bînin. Dewleta Tirk ji van planan armanc dike ku herêmên din ên Sûriyê dagir bike û tev li erdnîgariya Tirkiyê bike.

Heman demê, di nava bêdengiya navneteweyî de, siyasetên hovane û sûcên dermirovî li dijî herêmên dagirkirî mîna Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û gelek herêmên din pêk tînin û demografiya wê diguhere.

Ji bo rêgirtina li pêşiya pêkanîna mîna van sûcan, êdî yekitî ji her demê bêtir pêwîst e. Ji ber wê gelê Kurd bang li hêzên siyasî dikin ku bibin yek.

Şêniyê bi navê Îsa Mihemed ê ji navçeya Dirbêsiyê diyar kir ku piştî ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) DAIŞ`ê tune kir, dewleta Tirk a dagirker asta êrişên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kir.

Mihemed got, hikumeta Şamê şahidê sûcên çeteyên DAIŞ`ê bû ku beşên mezin ji axa Sûriyê dagir kiribûn. Lê bi saya QSD`ê ku ji ciwanên tevahiya pêkhateyên herêmê pêk tê, herêm ji DAIŞ`ê rizgar bû.

Mihemed diyar kir ku hikkumeta Şamê mîna temaşevan li dagirkirina dewleta Tirk ji axa Sûriyê re û pêkanîna sûcan li dijî şêniyên wê dinêre û got: "Ev yeke dide diyarkirin ku hevkariyek di navbera wan de heye."

`ARMANC TUNEKIRINA DESTKEFTIYAN E`

Mihemed destnîşan kir ku dewleta Tirk ji êrişên xwe yên li dijî herêmê armanc dike, destkeftî û serkeftinên ku gelên herêmê bi dest xistine tune bike.

Îsa Mihemed da xuyakirin ku hikumeta Şamê û Îran jî bi dewleta Tirk re hevkar in da ku gelê Kurd tune bikin û wiha pê de çû: “Lê gelê Kurd bi dîroka xwe û parastina mafên xwe tê naskirin. Lew ra ne pêkane ku xewnên wan pêk were.”

Mihemed di dawiyê de got: “Rêxistinên ku qaşo xwe bi mirovî bi nav dikin, tu bertekekê li hemberî sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelên herêmê nîşan nade.”

`JI BO VEGERÊ EM EM Ê TÊ BIKOŞIN`

Koçbera bi navê Necah Ehmo ya ji şêniyên Serêkaniyê ya dagirkirî ku niha li navçeya Dirbêsiyê dimîne wiha got: “Serkeftinên ku QSD`ê bi dest xistine, li tevahiya cîhanê bû mînak. Ji ber ku hêza tekane ye ku şerê DAIŞ û dewleta Tirk a dagirker kir.”

Necah wiha gotinên xwe bi dawî kir: “Erdogan çi ji me dixwaze? Em dan koçberkirin û bajarê me wêran kir. Niha jî dixwaze Eyn Îsayê dagir bike. Ji bo vegerê em dê tê bikoşin.“

`DEM HATIYE KU AXA KURDISTANÊ BIBE YEK`

Ji aliyê xwe ve şêniya bi navê Rebîe Hesen bang li partiyên Kurd kir ku bibin yek û wiha domand: “Divê partiyên Kurd berjewendiyên xwe yên kesayetî bidin aliyekê û ji bo berjewendiyên gelê Kurd kar bikin. Edî dem hatiye ku axa Kurdistanê bibe yek.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/IHSrfzMTiFo" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>