‘Dijmin bişewitîne jî em ê şitilên xwe biçînin’

Şêniyên Eyn Îsayê ruxmî êrişên dagirkeran ên li ser navçeyê jî li kuçe û kolanên navçeyê bi sedan dar çandin.

‘Dijmin bişewitîne jî em ê şitilên xwe biçînin’
‘Dijmin bişewitîne jî em ê şitilên xwe biçînin’
‘Dijmin bişewitîne jî em ê şitilên xwe biçînin’
‘Dijmin bişewitîne jî em ê şitilên xwe biçînin’
10 sibat, 2021   07:18
EYN İSA-ŞERVAN NERGİZ

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên li dijî Eyn Îsayê bê navber didomînin û bi tank, top û hewanan navçeyê dikin hedef. Ev êriş bandoreke neyînî li xwezayê jî dikin. Şaredariya Gel a Eyn Îsayê wek awayekî berxwedanê, li kuçe û kolanên  bajar bi sedan dar çandin.

Miheemd Ramo ji şêniyên Eyn Îsayê ye û got “her ku ew hilweşînin, em ê jî ava bikin”. Ramo diyar kir ku zîhniyeta dagirkeran girêdayî mêtingehkirina xweza û mirovan e û wiha lê zêde kir: “Her çend li ser felsefeya me ya azadî û jiyanê gefên mezin hebin jî, em ê bêyî tawîz wê bidomînin. Ew bila bişewitînin, lê em ê şitilên xwe biçînin.”

ANHA