Li Îtalyayê 3 saziyên din destk da kampanyaya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re'

Li Îtalyayê Dibistana Gel a Antonio Gramsci, kovara Il Bene Comune û sendîkaya Mamosteyan a COBAS-Sardûnya tev li kampanya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re' bûn.

Li Îtalyayê 3 saziyên din destk da kampanyaya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re'
10 sibat, 2021   08:04
NAVENDA NÛÇEYAN 

Kampanya ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan pêk tê, ku bi navê "Dema wê ye: Ji bo aştiyeke wekhev a li Tirkiyê azadî ji Abdullah Ocalan re" tê meşandin û name ji sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres re name tê şandin, bi tevlêbûnên nû dewam dike.

Li girava Sardûnyayê ya Îtalyayê ku warê Antonio Gramsci ye, Dibistana Antonio Gramsci ragihand ku ew jî tev li kampanyaya ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re" bûye.

Dibistana Gel a Gramsci tev li kampanyaya ji bo azadiya Ocalan bû, ku 11'ê Çileyê ji aliyê Koma Xebatê ya Kurd a Afrîkaya Başûr (KHRAG) û Konfederasyona Sendîkayên Afrîkaya Başûr (COSATÛ) ve hate destpêkirin û name ji sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî re tê şandin.

Kovara çandê ya mehan a li Îtalyayê Il Bene Comune Molise jî beşdarî kampanyayê bû. Kovara ku zêdeyî 20 sal in weşana neteweyî, çandî û hunerî dike, di heman demê de li ser rastiya Îtalyayê û navneteweyî kar dike.

Sendîkaya Mamosteyan a COBAS'ê ku li sendîkayê rêxistiniya mamosteyan e, ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan tev li kampanyayê bû. Di vê çarçoveyê de dê ji sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres re nameyan bişîne.