Komîteya Tenduristiyê ya Dêrazorê yekemîn kargeha oksîjenê vekir

Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê kargeheke oksîjena tibî li herêma Sebia Kîlo vekir.

Komîteya Tenduristiyê ya Dêrazorê yekemîn kargeha oksîjenê vekir
Komîteya Tenduristiyê ya Dêrazorê yekemîn kargeha oksîjenê vekir
Komîteya Tenduristiyê ya Dêrazorê yekemîn kargeha oksîjenê vekir
Komîteya Tenduristiyê ya Dêrazorê yekemîn kargeha oksîjenê vekir
9 sibat, 2021   17:34
DÊRAZOR

Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê li herêma Sebia Kîlo ya rojavayê bajarê Dêrazorê yekemîn kargeha oksîjêna tibî vekir. Kargeh dê rojane 90 tupên oksîjênê derxîne.

Ji rêveberên Komîteya Tenduristiyê ya Dêrazorê Mensûr El-Hisên got: "Di salên dawî de gelek zehmetî di peydakirina oksîjênê de hebûn, ya herî sereke dûrbûna di navbera herêmên Reqa an jî Hesekê de ye. Vekirina vê projeyê 45 rojan dewam kir."

Hisên diyar kir ku ev projê dê destekê bide 4 nexweşxaneyan; Kesra, Siwer, Cedîdet begera û Bisêra, 30 navendên tenduristiyê yên herêma Dêrazorê yên girêdayî Komîteya Tenduristiyê û nexweşxaneyên taybet.

Ji rêveberên kargehê Mihemed Emîn El-Xalidî jî wiha got: "Di kargehê de 9  kadroyên fenî yên pispor dixebitin ku perwerde di vî warê de dîtine."

El-Xalidî diyar kir ku kargehê bi teknîk û amûrên pêşketî hatiye avakirin û dikare pêwîstiya tevahî herêma Dêrazorê ji oksîjênê dabîn bike.

ANHA