Ciwanên Qamişlo: Em ê berxwedanê bidomînin heta rêbertî azad bikin

Bi diruşmeya "Dem dema azadiya rêber Apo ye..Teqez em ê bi serkevin", ciwanên bajarê Qamişlo meşek li dar xistin û gotin: "Em ê berxwedanê bidomînin heta rêbertî azad bikin."

Ciwanên Qamişlo: Em ê berxwedanê bidomînin heta rêbertî azad bikin
Ciwanên Qamişlo: Em ê berxwedanê bidomînin heta rêbertî azad bikin
Ciwanên Qamişlo: Em ê berxwedanê bidomînin heta rêbertî azad bikin
Ciwanên Qamişlo: Em ê berxwedanê bidomînin heta rêbertî azad bikin
Ciwanên Qamişlo: Em ê berxwedanê bidomînin heta rêbertî azad bikin
9 sibat, 2021   18:16
QAMIŞLO

Bi armanca şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê ya li dijî rêber Abdullah Ocalan, ciwanên bajarê Qamişlo ji kolana Munîr Hebîb heya avahiya Neteweyên Yekbûyî meşaiyan. Ciwanan wêneyên rêber Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsên " Dem dema azadiya rêber Apo ye..Teqez em ê bi serkevin" hilda bûn û diruşmeyên "Bê serok jiyan nabe" avêtin.

Meş li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî rawestiya û deqeyeke rêz hate girtin. Endamê PYD'ê Efîf Esed axivî, Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got: "Dewleta Tirk li dijî gelê Kurd planan dike, em teqez dikin ku em ê van planan têk bibin, berxwedana xwe bidomînin heta rêbertî azad bikin."

Efîf Esed bi domdarî got: "Bi girtina rêber Ocalan nikarin vîna gelê Kurd bişînin, ji ber ku em baş dizanin ku rêbertî bi fikirê xwe azad e."

Çalakî bi diruşmeyên şermezarkirina komployê û silavkirina rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.

ANHA