Alîkarî li malbatên ku ji ber êrişên dagirkeriyê ziyan dîtine, hatin belavkirin

Meclisa Sivîl a Girê Spî û Meclisa Leşkerî ya Kantona Girê Spî alîkarî li malbatên ku ji ber toparana dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Eyn Îsayê ziyan dîtine, belav kir.

Alîkarî li malbatên ku ji ber êrişên dagirkeriyê ziyan dîtine, hatin belavkirin
Alîkarî li malbatên ku ji ber êrişên dagirkeriyê ziyan dîtine, hatin belavkirin
Alîkarî li malbatên ku ji ber êrişên dagirkeriyê ziyan dîtine, hatin belavkirin
Alîkarî li malbatên ku ji ber êrişên dagirkeriyê ziyan dîtine, hatin belavkirin
9 sibat, 2021   17:49
EYN ÎSA

Meclisa Sivîl a Girê Spî û Meclisa Leşkerî ya Kantona Girê Spî malên ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser navçeya Eyn Îsayê ziyan dîtine, şopandin.

Şande ji fermandarê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Riyad El-Xelef, hevseroka Meclisa Kantona Girê Spî Leyla Mişo û cîgirê wî Sebrî Nebû pêk dihat.

Şandeyê malbatên li taxên bajarokê Eyn Îsayê yên ji ber êrişên hêzên dagirker ziyan dîtine, şopand û alîkariyên sereke û pêwîstiyên perwerdeyê yên zarokan pêşkêşî wan kir.

Endamê şandeyê destnîşan kirin ku li dijî êrişên hêzên dagirker ên li ser navçeyê ew bi şêniyan re ne, malbatan piştgiriya xwe ji berxwedana QSD'ê re nîşan da, her wiha bang li civaka navneteweyî kir ku çavê xwe li sûcên dewleta Tirk negirin.

Piştî êrişên 75 rojan bê navber ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Eyn Îsayê, niha aramî serwer e.

Di nava 10 rojan ji êrişan de, 6 sivîlan jiyana xwe ji dest da û 16 jî birnîdar bûn.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/QpjZVonqgA8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>