QSD`ê 2 berpirsên veguhestina DAIŞ`ê di navbera Sûriyê û Iraqê de girtin

Hêzên Sûriya Demokratîk 2 berpirsên veguhastina çeteyên DAIŞ'ê di navbera Sûriya û Iraqê de girtin.

QSD`ê 2 berpirsên veguhestina DAIŞ`ê di navbera Sûriyê û Iraqê de girtin
9 sibat, 2021   12:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya operasyonên ku ji hêla QSD'ê ve li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ'ê tên lidarxistin, tên, hêzên taybet ên girêdayî QSD`ê duh li gundewarê navçeya Şedadê operasyonek pêk anî.

Têkildarî mijarê, Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya ya QSD`ê îro li ser rûpela xwe ya fermî ragihand ku duh hêzên taybet ên girêdayî QSD û Koalîsyona Navneteweyî operasyoneke hevbeş li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ'ê, pêk anîn.

Navenda Ragihandinê destnîşan kir ku operasyon li herêma Til Manix a gundewarê navçeya Şedadê pêk hat û di encamê de 2 berpirsên veghastina çeteyên DAIŞ'ê di navbera Sûriya û Iraqê de hatin girtin.

QSD`ê di 7'ê Sibatê de, bi opersayonekê li gundewarê Hesekê qaçaqçiyekî ku malbatên çeteyên DAIŞ'ê ji kampa Holê derdixist, girt.

(dx)