Rêveberiya Sivîl a Minbicê hedefgirtina sivîlan ji hêla dewleta Tirk ve şermezar kir

Hevserokê Meclisa Rêveber a Minbicê û gundewarên wê Mihemed Xêr Şêxo hedefgirtina gundên bakur û rojavayê Minbicê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve şermezar kir.

Rêveberiya Sivîl a Minbicê hedefgirtina sivîlan ji hêla dewleta Tirk ve şermezar kir
9 sibat, 2021   12:00
 MINBIC

Mihemed Xêr Şêxo ji ANHA`yê wiha axivî: “Duh bi şev top mîna baranê li herêmên gundewarên bakur û rojavayê Minbicê barîn. Derdora 100 top li gundên ewle yên nêzî sînor ketin.”ç

Şêxo wiha domand: “Şêniyên gundên hedefgirtî li ser ewlehiya dewleta Tirk ne xeternak in.”

Dewleta Tirk duh ji saetên berbanga sibê ve û heta êvarê gundên bakur û rojavayê Minbicê yên li nêzî eniyên şer topbaran kirin. Li gorî Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê, meclisê bersiva êrişan û hewldana çeteyan ku derbasî herêmê bibin da û di encamê de 5 çete hatin kuştin.

Ji ber topbaranê sivîlên li wan gundan neçar man ku ji gundên xwe derkevin, piştre dema topbaran raweste dê vegerin warên xwe.

Mihemed Xêr Şêxo destnîşan kir ku cîhan li hemberî sûc û zêdegaviyên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmê bêdeng e ruxmî ku sivîl di malên xwe de têne hedefgirtin.

 (şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/IhjIxdhbQkY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>