Hiqûqnas: Parastina rêber Ocalan, parastina nasname, çand, xak û dîrokê ye

Hiqûqnasên jin ên ji bajarê Reqayê komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û bang li civaka navneteweyî kirin ku ji bo berdana rêber Ocalan yekser bikevin tevgerê û zextê li hikumeta Tirkiyê bikin.

Hiqûqnas: Parastina rêber Ocalan, parastina nasname, çand, xak û dîrokê ye
9 sibat, 2021   12:41
REQA

Bi nêzîkbûna salvegera 22`emîn a komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan, berketên gel û civakê yên li dijî komployê dewam dikin.

Di vê çarçoveyê de, bi dehan hiqûqnasên jin ên ji bajarê Reqayê li pêşiya avahiya Dîwana Edaleta Civakî kom bûn û bi daxuyaniyekê komploya navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan, şermezar kirin.

Hevseroka Meclisa Qanûnsaz Rîhab Nefêi daxuyanî xwend û tê de wiha hate gotin:

"Bi navê hiqûqnasên jin ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê em komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan ku di 15`ê Sibata 1999`an de pêk hat, bi tundî şermezar dikin. "

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku tecrîda girankirî ya li dijî rêber Ocalan, qanûnên navneteweyî yên der barê girtiyên siyasî de binpê dike.

Her wiha hate diyarkirin ku tekane rê ji bo têkbirina komploya navneteweyî, pêkanîna yekitiya nîştimanî, bilindkirina têkoşîna birêxistinkirî û yekitiya gelê Kurd e û wiha hate gotin: "Parastina rêber Abdullah Ocalan, parastina nasname, çand, xak û dîrokê ye. Ji bo ku em komployê bi temamî têk bibin, divê hemû gelên têkoşer li dijî komployê bisekinin û banga azadiya Ocalan bikin.

Em bang li civaka navneteweyî, rêxistinên hiqûqî yên jinan û Meclisa Ewlehiyê ya NY`yî dikin ku ji bo berdana rêber Ocalan yekser bikevin tevgerê û zextê li hikumeta Tirkiyê bikin, da ku pêkanîna projeya neteweya demokratîk temam bibe."

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/00qWsccR3OI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>