Endamên HPC: Parastin berpirsyariyeke civakî ye

Endamên HPC’ê da zanîn ku pêwîst e hevgirtin di nava şênî û hêzên ewlekariyê de hebe, da ku parastina civakê bikin.

Endamên HPC: Parastin berpirsyariyeke civakî ye
9 sibat, 2021   07:44
KOBANÊ

Hêzên Parastina Civakî (HPC) yek ji hêzên parastinê yên bingehîn li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, ji ber xebata wan a parastina civakê xweberî (tewiyî) ye.

Ev hêz xwe dispêre sivîlên dilxwaz (tewiyî) ên ku dixwazin parastina civakê, bikin.

Ji yek endamên dewriyeya parastinê ya şevê wiha got: "Ev erk di raydeya yekemîn de li ser milê civakê ye. Her wiha parastin berpirsyariya şêniyan e jî. Ji ber çi êriş pêk were, di raydeya yekemîn de li dijî wan e."

Seydo Umer ê ku li dawiya kolana 48’an a li ser rêya gundê Helencê ya li aliyên rojhilatê Kobanê disekine got ew di van dewriyeyan de li gel Hêzên Ewlekariya Hundirîn parastina civakê dikin û wiha domand: "Ev berpirsyarî li ser milê civakê, HPC û hêzên ewlehiyê ye, ji lew re divê em hevgirtî bin, da ku parastina bajar û gundên xwe bikin."

Umer wiha gotina xwe berdewam kir: "Em van dewriyeyan li gund, bajarok û bajaran li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tînin. Erka me parastina civakê ye. Em hêvî dikin ku şênî bi me û Hêzên Ewlekariya Hundirîn re bibin alîkar."

Endameke HPC’ê ya bi navê Helîme Osman ku tevî hevalên xwe bi şev û roj ji bo parastina bajar û civaka xwe li ser kar e wiha axivî: "Ji berpirsyariya tevan e ku parastina welat bikin. Ez niha ji bo parastina bajar û gelê xwe ji tevlîheviyan bi erka xwe radibin. Em derdikevin parstinê, da ku piştgiriya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bikin. Daxwaza me ji şêniyan ew e ku bi me re bibin alîkar, da ku parastina welatê xwe bikin, çawa ku welat ji bo tevan e, parastina wê jî berpirsyariya tevan e."

 (fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/w4TWByFzmCc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>