Xalid Îcîc: Dibe ku Somalî ji ber îsrara serok Fermaco ber bi şerekî navxweyî ve biçe

Rojnamevan û şîrovekarê siyasî yê ji Somaliyê Xalid Icîc got serok dema serokatiyê ya Abdullah Fermaco bi dawî bûye, lê israra manê dike, ji lew re dibe ku Somalî ber bi şerekî navxweyî ve biçe.

Xalid Îcîc: Dibe ku Somalî ji ber îsrara serok Fermaco ber bi şerekî navxweyî ve biçe
9 sibat, 2021   07:13
QAHÎRA-EMANÎ EZAM

Dema serokatiyê ya Mihemed Abdullah Fermaco roja duşemê bi dawî bû û der barê mekanîzmaya hilbijartinên bê de tu peymanên siyasî derneketine holê.

Têkildarî mijarê rojnamevan û şîrovekarê siyasî yê ji Somaliyê Xalid Icîc ji ANHA`yê re daxuyand ku Yekitiya Namzetên Muxalîf piştrast kiriye ku piştî bidawîbûna wîlayeta serok Fermaco dê îtîrafê pê nekin.

Xalid Icîc destnîşan kir ku peymana  di navbera muxalîfan û serok de çênebûye ku Fermaco israra astengkirina hilbijartinan bike û hemû peymanên berê yên ku bi serokên wîlayetên federal re li dar  ketine, paşguh bike.

Icîc got serokê Somaliyê yê ku wîlayeta wî bi dawî bûye, piştgiriya leşkerî ji hêzên Îmîsom ên şandeya Yekitiya Afrîkayê ya li Somaliyê digire û ji baregeha leşkerî ya dewleta Tirk a li Mogadîşoyê û piştgiriya madî jî bi  rêya serokê îstixbaratê Fehed Yasîn ji Qeterê digire.

Icîc diyar kir ku di demên pêş de dê li Somaliyê tiştên nû çêbin û dibe ku ji ber wê şerê navxweyî wekî yê 1991`an çêbe.

(eh)

ANHA