Sivîlên ji gundên dagirkirî: Armanca dewleta Tirk wêrankirina herêmê ye

Sivîlên ku ji ber sûcên dewleta Tirk a dagirker ên ji gundên dagirkirî, koçber bûne da zanîn ku bi armanca pêkanîna komkujî û wêrankirina herêmê gund û bajarên wan ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve hatin dagirkirin.

Sivîlên ji gundên dagirkirî: Armanca dewleta Tirk wêrankirina herêmê ye
9 sibat, 2021   08:07
HESEKÊ-DIYAR EHMED

Ji dema ku dewaleta Tirk a dagirker û çeteyên wê Serêkaniyê dagir kiriye ve, li gundên di bin dagirkeriya wan de rojane sûcên revandin, dizîna mal û milkan û xwestina fîdyeyan, li dijî şêniyên herêmê pêk tînin.

Hejmarek ji koçberên gundê Lîlan ê li rojavayê Til Temirê yê bi ser rêya M4’ê ve der barê sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî pêkhateyên herêmê de axivîn.

 ‘TIRSA JI SÛCAN’

Koçberê bi navê Ehmed Silêman wiha got: "Em ji ber dagirkirin û sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî şêniyan, bi zorê ji gundê xwe bi der ketin. Ji wê demê ve em ji tirsa sûcan re nikarin vegerin."

Silêman wiha domand: "Em bi şêniyên gundê xwe û gundên derdorê re diaxivin, ji me re dibêjin çeteyan tiştek nemaye û bi gund nekiriye, malên sivîlan didizin, sûcên qetilkirinê û sûcên dîtir pêk tînin."

DIZÎN Û TAWANBARÎ

Silêman da zanîn ku dema ew ji gund der ket 700 çewal ji ceh û 20 çewal ji genim li pey xwe hiştin û wiha got: "Li gorî şahidên ji gund, çeteyan berhemên min dizîn."

Silêman diyar kir ku çeteyan pismamê wî bi bihaneya xebata bi Rêveberiya Xweser re beriya demekê revand û li beramberî dayîna fîdyaya milyonek û nîv lîreya Sûriyê, ew serbest berda.

Silêman destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji dagirkirina bajar û gundên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, wêrankirina herêmê, talankirin û dizîna mal û milkên sivîlan e.

 ‘ÎŞKENCEKIRIN’

Li aliyekî din jî Salim Deham ê ji gundê Lîlan wiha axivî: "Dema çeteyan bi ser gund de girt, ez li gund bûm û ez bi danûstandina bi QSD’ê re tawanbar kirim."

Deham wiha gotina xwe berdewam kir: "Ez 5 rojan li cem wan girtî mam û li dijî min îşkence û lêdan pêk dianîn. Hedef jê jî dayîna fîdya û dizîna mal û milkên min bû."

Silêman li dawiyê wiha got: "Ez neçar mam ku fîdyayê bidim da ku der kevim. Min 400 çewal ceh û 16 çewal genim wek fîdyayekê  da çeteyan."

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi dehan gund dagir kirin, şêniyên wê dan koçberkirin, her wiha li gorî şahidan, dagirkeriyê tevahî malên li gund dizîn û vegerandin baregehên leşkerî yên çeteyan, li gel wê jî êrişên li dijî gundewarên Til Temir û Zirganê berdewam in.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/axEzboxu4zg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>