​​​​​​​Kalkan: Komploger li dijî çareseriya pirsgirêka Kurd in

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir ku armanca komployê astengkirina azadî û demokrasiyê bû, komploger li dijî çareseriya pirsgirêka Kurd in.

​​​​​​​Kalkan: Komploger li dijî çareseriya pirsgirêka Kurd in
9 sibat, 2021   06:58
 NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan ku tev li bernameyeke Medya Haber TV bû, komploya navneteweyî ya 15`ê Sibatê nirxand.

Beşa yekê ya hevpeyvînê wiha ye:

Armanca komploya navneteweyî çi bû, çawa pêk hat?

Beriya her tiştî afirînerê wê fikra mezin a ji bo rizgariyê Rêber Apo bi rêzdarî silav dikim, ku li dijî sîstema tecrîdê û êşkenceyê ya Îmraliyê bi helwesteke awarte li ber xwe dide û vejîna Rêbertî ya 3'emîn di nava wan şert û mercên giran de pêk anî. Berxwedana Îmraliyê pîroz dikim.

Ji hevrê Halîl û Aynûr ku 23 sal in bi dirûşma 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' li dora Rêber Apo bûn xeleka ji agir heta hevrê Dilşêr Herekol, bi deh hezaran şehîdên me yên leheng bi rêz, hezkirin û minet bi bîr tînim. Vê seknê û berxwedana mezin a dîrokî 22 sal in komploya navneteweyî pûç kir. Em di wê baweriyê de ne ku wê bi temamî jî têk bibe. Wê komployê -ku deqeke reş a li ser eniya mirovahiyê ye' wê ji holê rake, wê vê deqê ji eniya mirovahiyê bibe. Bi rêya vê têkoşîna mezin, wê gotina 'Roja Reş' di demeke nêz de ji rojeva gelê me derkeve.

Dema ku em li pirsa we vegerin, bi vî rengî dikare bê nirxandin: Di ser komploya 9'ê Cotmeha 1998'an re 23 sal derbas bûn. Em dikevin sala 23'an a komploya 15'ê Sibatê. Pirs dikare bi vî rengî jî bê pirsîn; Eger komplo nebûya wê rewş çawa bûya? Encamên li Kurdistan, Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhanê wê çawa bûna? Bi vî rengî jî dikare bê pirsîn. Ji ber ku komplo di atmosfereke welê de pêk hat, ku pirsgirêka Kurd ji her alî ve hate eşkerekirin, ji aliyê gelê Kurd ve îradeya çareseriyê hate destnîşankirin, çareserî li sîstema heyî dihate ferzkirin û Rêber Apo di vê mijarê de çareseriya herî maqûl a siyasî demokratîk pêşkêş dikir.

Ya rast, ev yek êrişek li dijî çareseriyê bû. Êrişek welê bû ku çareseriya pirsgirêka Kurd nedixwest, azadiya gelê Kurd nedixwest, daxwaza ji bo dewamkirina rêbaz û sîstema siyaset û zîhniyeta ku Kurdan tune dikir bû. Komploya navneteweyî bi esasî êrişeke wiha ye. Lewma eger pêşniyara çareseriya siyasî ya demokratîk a ji 8 xalan a Rêber Apo bihate qebûlkirin, ku li Romayê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêşkêş kir, eger hingî îradeyeke siyasî rû dabûya, eger bi zîhniyeteke bi vî rengî nêzîk bibûya wê çi bibûya? Wê pirsgirêka Kurd çareser bibûya. Kurd wê bibûna civakeke azad. Wê êdî nebûna civakek ku bi qirkirinê tên tepisandin, asîmîlasyon li wan tê ferzkirin û tên qetilkirin. Wê veguherîbûna civakeke azad ku xwe bi xwe bi rê ve dibin. Çareseriya vê yekê ya li Bakurê Kurdistanê wê bandoreke yekser li parçeyên din ên Kurdistanê û Tirkiyeyê bikira. Wê çareseriyeke giştî ya Kurdan pêk bihata, lewma jî nakokî û şerê ku xwe dispêre hebûna pirsgirêka Kurd, komkujî, êşkence, zext û mêtingerî wê ji holê hatibûya rakirin. Vê yekê wê bandoreke çawa li Tirkiyeyê bikira? Bêguman ji aliyê zîhniyet û siyasetê ve wê demokratîkbûneke bingehîn pêk bihata. Em bala xwe bidin ser; faşîzma AKP-MHP'ê nahêle ku kes li mafê xwe bigere. Naxwaze daxuyaniyekê bide. Qebûl nake ku du kes li hev kom bibe û bi daxwaza mafên xwe bimeşin. Ciwan dibêje, 'Ez naxwazim qeyûm li zanîngeha min bê danîn, ez ê rektor hilbijêrim. Jin dibêje, dixwaze bi rengekî azad bijî. Karker û kedkar daxwaza mafên xwe dikin'. Lê van hemû daxwazan mîna gayê Spanî yê çav li rengê sor ketiye, êriş dike. Ev yek eşkere ye. Herî dawî rewşa êrişa li dijî xwendekarên li Zanîngeha Bogazîçiyê li holê ye. Çi dibêjin? 'Wê bibin mîna Gezî'. Dibêjin, 'Wê ji vir rabin û li dijî Tirkiyeyê operasyonê bikin'. Yanî bi gotina, 'tiştên hûn dikin ne pirsgirêk jî bin, ji rêya ku hûn vedikin wê gelek tişt derbas bibe' û bi vî rengî qirkirina ku li Kurdan ferz dike, niha weke dîktatoriyeke faşîst, zexteke faşîst, mêtingerî û terorê li Tirkiyeyê, li gelên Tirkiyeyê, li ciwanna, jinan, karkeran û kedkaran vedigere. Lewma qirkirina Kurdan dibe faşîzma giran li dijî Tirkan.

Ji aliyê zîhniyet û siyasetê ve şopên faşîzmê hemû wê ji holê hatibûna rakirin. Ev fikrê nijadperest, şoven, neteweperest, tûranperestî ji holê bê rakirin, netewe dewlet a faşîst a xwe dispêre vê hilweşe û li Tirkiyeyê demokratîkbûn pêk were. Demokratîkbûna bi vî rengî yıa Tirkiyeyê li tevahiya Kurdistanê tê wateya çareseriya pirsgirêka Kurd, di heman demê de wê bi xurtî bandor li Rojhilata Navîn, Erebistanê û qada Îranê jî bikira. Dibe ku yek ji pêngavên herî dîrokî yên mezin ên dîroka Rojhilata Navîn, ya herî civakî û bi gingeh di vê demê de bi rengê ku xwe dispêre azadiya jinê, demokrasiya civakî ya azadiya Kurdan qebûl dike, pêk bihata. Vê yekê wê bandoreke erênî li tevahiya mirovahiyê; li ser Ewropayê, Emerîkayê, Efrîkayê û Asyayê bikira. Jiyana azad û demokratîk wê li tevahiya cîhanê belav bibûya. Bersiva pirsê jî di vir de ye.

Wê demê bi komloya 9'ê Cotmeha 1998'an û 15'ê Sibata 1999'an re çi hate kirin? Pêşî li van pêşketinan hemûyan hate girtin, hatin astengkirin. Nexwestin ku ev pêk were. Nexwestin ku ne Kurd azad bibin ne jî demokrasiyeke rasteqîn bigihêje gelên Tirkiyeyê, gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê. Armanca komployê ev bû. Êriş li dijî demokrasî û azadiyê bû. Êriş li dijî çareseriya pirsgirêka Kurd bû. Armanca komployê ev bû. Li ser bingeha tunekirina Rêber Apo xwestin ku PKK'ê, Tevgera Azadiyê ya Kurd tune bikin. Ji wan hebû ku bi tasfiyekirina PKK'ê wê qirkirina Kurdan temam bikira. Temamkirina qirkirina Kurdan jî dihate wateya serweriya zîhniyeta dîktatoriya çete û faşîst li Tirkiye û Rojhilata Navîn. Ev jî dihate wateya zext û mêtingeriya bi her cûreyî li tevahiya cîhanê.

Wê demê komplo ji bo astengkirina azadî û demokrasiyê hate kirin. Armanca komployê astengkirina azadî û demokrasiyê bû. Komploger li dijî azadî û demokrasiyê ne. Li dijî çareseriya pirsgirêka Kurd in. Çi dixwazin? Dixwazin ku pirsgirêka Kurd dewam bike. Li ser vê bingehê dixwazin ku qirkirina Kurdan dewam bikin. Bi qirkirina Kurdan re dixwestin bi siyaset, zîhniyeta şoven, neteweperest û faşîst a Tirkiye û Rojhilata Navîn parçe bike, bi hev bide şerkirin û bi vî rengî bi hêsanî jê bimêtin. Dixwestin ku zext û mêtingerî serdest be û li gorî ku dixwazin jê bimêtin. Li dijî vê yekê berxwedan hate nîşandan. Daxwaza wan bi temamî pêk nehat. Lê belê li pêşiya çareseriyê bûn asteng. Di halê hazir de 22 sal in polîtîkaya şer û nakokiyan a têkildarî pirsgirêka Kurd dewam kirin, ji vê polîtîkayê qezenç bi dest xistin. Lêkolîneke wiha dikare bê kirin: Mînak, di nava van 22 salan de kî ji aliyê madî ve qezenç bi des xist? Kê mêtingerî kir? Kîjan kesayaet, şîrket û civakan li Kurdistanê, Tirkiyeyê, Rojhilata Navîn û cîhanê li ser bingeha şer û nakokiyên têklidarî pirsgirêka Kurd qezenç bi dest xistin? Peymanên bi çi rengî yên berjewendiyan çêkirin? Ewqas çek hatin firotin. Çiqas çavkaniyên ser û binê erdê hatin desteserkirin. Bi buhayekî gelekî zêde çiqas bazirganî hate kirin? Çiqas bazarî hate kirin. Ev rewş hêjayî lêkolînê ye. Eger ev bê lêkolîn wê were dîtin ku komploya navneteweyî bêsedem, bêarmanc nîne. Hinekan di vê mijarê de qezenceke mezin a madî bi dest xistin. Ji bo vê berjewendiyê komplo birêxistin kirin, xistin meriyetê û bi vî rengî bûn sedema rijandina xwînê, mêtingeriyê, zext, zilm û êşkenceyê.

Em bala xwe bidin ser bûyerên li Îmraliyê diqewimin. Di nava 22 salan de me bi deh hezaran şehîd dan. Eger hinek rabe bêje, ev hemû nerast in, tiştekî wiha nebûye. Ez bîlançoyê radigihînim. Li Başûr, Bakur, Rojhilat, Rojava di berxwedana dijî êrişên DAÎŞ'ê-Dewleta Tirk de zêdeyî deh hezar şehîd hatin dayin, ku Fermandarê QSD'ê bi xwe ev yek eşkere kir. Ev tê çi wateyê? Komploya navneteweyî bû sedema van hemûyan. Eger li şûna komployê pirsgirêka kurd bihata çareserkirin, ne DAÎŞ wê hebûya, ne El Qaîde. Ne jî pêwîstî bi şerê li dijî wan hebûya. Lewma ev xwîn wê nehatibûya rijandin. Ne tenê me, her wiha dewleta Tirk, artêşa dewleta Tirk jî ewqas kuştî dan, DAÎŞ'ê jî ewqas dan, çeteyên din jî ewqas dan. Şerê li Sûriyeyê ketiye çi halî. Yên ku pirsgirêka Kurd afirandine ji pirsgirêka Kurd sûdê werdigirin. Kurdistan hatiye parçekirin û tune tê hesibandin. Ev yek ne pirsgirêkeke ku ji aliyê Kurdan ve hatiye afirandin, pirsgirêkeke ku ji laiyê sîstema modernîteya kapîtalîst global ve hatiye afirandin. Kurd tune hatin hesibandin û qirkirin li Kurdan hate ferzkirin. Li Kurdistana parçekirî qirkirin li Kurdan hate ferzkirin, nakokî û şerekî giran li Rojhilata Navîn hate afirandin. Ji vî şerî û nakokiyan sûd wergirtin. Bi hêsanî ji Kurdistanê, civakan, welatên derdorê û tevahiya Rojhilata Navîn xwarin, qezenç bi dest xistin. Ji bo vê yekê çima êriş kirin, çima dijminatî li Kurdan kirin. Ji ber ku sûd jê wergirtin. Divê ev rastî bê dîtin.

 

Kîjan hêz di kîjan astê de tev li komployê bûn?

22 sal in me ev yek îfade kir. Rêber Apo nirxandina xwe ya destpêkê di 15'ê Cotmeha 1998'an de kir. Komplo analîz kir. Piştre jî di 25'ê Cotmeha 1998'an de analîza xwe ya berfirehtir kir. Piştî 15'ê Sibatê jî bi kar û sekna xwe ya 22 salan a li Îmraliyê, rastiya komployê, plana wê, hêzên ku di komployê de cih girtin, rola wan hemû analîz kir. Komplo bi xwe bi vî rengî analîz kir. Em bi vê zanin.

Her kes jî dinirxîne, nîqaş dike. Em, tevger jî nîqaş dikin. Cîhan tev nîqaş dike. Her kesî gelek dane, agahî eşkere kirin. Rewşeke tê zanîn heye. Êdî tiştekî nepen, veşartî nîne. Komployên 9'ê Cotmeha 1998'an û 15'ê Sibata 1999'an ji ber xwe ve nebûn. Di çarçoveya armancekê de hinekan biryara vê dan, plana wê kirin û xistin meriyetê. Bi zext û êrişeke giran ev xistin meriyetê.

Gelo kê biryara vê da? Serokê DYE'yê yê wê demê Bîll Clînton biryar da. Bîll Clînton bi xwe mohra xwe danî binê plansaziyeke êrişa komployê. Şêwirmendên wî bi vî rengî anîn ziman. Ewqasî tê zanîn. Lewma Emerîkayê komplo bi rêxistin kir û meşand. Rêveberiya niha jî rêveberiyeke demokrat e. Rêveberiyek ji heman partiyê ya beriya 22 salan li dijî Rêberê gelê Kurd ê azadiya Kurdan dixwest, êrişeke wiha kir û pêşî li çareseriya pirsgirêka Kurd girt. Xwest ku qirkirina Kurdan dewam bike. Rêber Apo bi rengekî yekser tiştek li DYE'yê nekiriye. Ne çalakiyeke xwe heye, ne jî bi hêzeke cuda re tifaq û têkoşîna siyasî kiriye.

Belê ji aliyê fikrî ve DYE rexne dikir. Ji aliyê îdeolojîk ve li dijî sîstema DYE'yê bû, sîstemeke alternatîf destnîşan dikir. Lê belê şerekî xwe yê yekser li dijî DYE'yê tune bû. Lewma ev êriş li gorî hiqûqa DYE'yê nîne. Bi temamî ji destpêkê heta dawiyê êrişeke îdeolojîk-siyasî ye. Biryareke ku xwe dispêre vê yekê.

Gelo DYE çi ji Kurdan dixwaze? Clînton niha kal bû, sibe wê bimire. Ev guneh wê di stuyê wî de bimîne. 22 sal in azadiya Kurdan asteng kir. Bû sedem ku xwîna bi deh hezaran ciwanên Kurd bê rijandin. Bû sedema şerekî bi vî rengî. Ewqas xwîn, zext û mêtingerî ji ber vê yekê rû da. Gunehê vê yekê bi temamî di stuyê wî de ye. Gelo wê tiştekî bêje? 15'ê Sibatê dikeve salvegera 22'an, dikeve sala 23'an. Divê tiştekî bêje, divê rêveberî bi xwe bêje. Rêveberiya îro jî ya wê demê jî dewam dikin. Divê ev gemar bê paqijkirin. Naxwe partiyek demokrat nabe, rêveberiyeke demokrat jî nabe. Nikare jiyaneke demokratîk bîne Emerîkayê û cîhanê. Heta ku komploya 15'ê Sibatê, êşkence û sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê dewam bike, kes nikare qala demokrasî û azadiyê bike. Nikare qala hebûna van bike. Divê ev baş bê zanîn. Divê her kes vê bibîne. Wê demê berpirsyarê sereke li holê ye. Civaka Kurd li benda bersivê ye. Di şerê dijî DAÎŞ'ê de dibêjin ku Kurdan baş şer kirin. Yê ku ew ruh da jin û mêrên li dijî DAÎŞ'ê şer kirin, yê ku şer û azadî hînî wan kir û ji bo wan Rêber e, we belasebep girtin û 22 sal in li sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê dihêlin.

Niha dibêjin ku Xanim Clînton piştgiriya madî dide dokûmantera li ser şerê jinên Kurd. Ev yek dişibe 'efûkirina gunehê xwe'. Ev rewş hevgirtî nîne. Li şûna ku tu yê pere bide dokûmantera li ser wan, li şûna ku tu yê pesnê wan bide ku li dijî DAÎŞ'ê baş şer dikin, hurmetê nîşanî daxwaz û hesreta wan bide. Sîstema êşkenceyê û tecrîdê ji aliyê Emerîkayê ve hate afirandin. Ji xwe sekna heyî jî ya Emerîkayê ye. Tiştekî ku dewleta Tirk bi serê xwe bike nîne. Em vê bi zelalî zanin. Piştre jî bi barîna rondikên derewîn pesnê jinên li dijî DAÎŞ'ê şer dikin dide, ev nabe, kes ji vê bawer nake. Eger wê baweriyê bi xwe bînin, wê demê şaşitiyek kiribin bila li xwe mikur bên. Eger sûcdar in bila bêjin ku sûc kirine. Helwesta serbilindî û bi rûmet wiha ye. Bi rûmetiya mirovan ew e ku xete û sûcek kiribe, qebûl bike, wê sererast bike, xwe sererast bike û perwerde bike. Divê karibin vê şaşitiyê sererast bikin. Divê karin şaştiyê rast bikin. Sûc be wê demê divê karibin sûc ji holê rakin. Wekî din nabe.  Binerin di 6'ê Mijdara 2018'an de li dijî min û du hevalên min, çawa ku li dijî Rêber Apo kirin heman biryar ji aliyê serokê beriya niha yê DYE'yê Trûmp ve hate îmzekirin. Li dijî me biryara tunekirinê û mîna ya Îmraliyê biryara girtinê dan. Hîn jî dewam dikin, tiştekî hatiye guhertin nîne. Eger ev rêveberî bi rastî jî sererast neke wê rêveberiya cuda jî dewam bike. Wê dewam bike yan na? Niha wê çawa bêje ku ew ji yên beriya xwe cudatir e û ders ji bûyeran derxistiye? Wê çawa baweriyê bi xwe bide anîn. Her wiha ecêb e, wê demê jî min got. 'Trûmp dibe yan jî yekî din dibe serok. Dewleta Elmanyayê 6 salan ez girt. Piştre dadger hatin gel min, li ber min geriyan û gotin 'cezayekî qebûl bike ku em ceza bidin te, me li dijî de sûc kirine'. Em bi neheqî digirin. Ez çima qebûl bikim, min qebûl nekir bêguman. Piştre meclîsa li Bonnê PKK weke rêxistina sûc ragihand. Xwe spartin wê biryarê û ceza dan min. Qaşo ceza dan, ji girtîgehê derxistin. Ez çûm Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, min doz qezenç kir. Elmanya hate sûcdarkirin. Niha rêveberiya Emerîkayê li dijî min biryara girtinê wergirtiye. Rêveberiya beriya niha ev biryar dabû. Bila niha dadgehekê ava bikin, lê wekhev be. Em biçin DMME'yê, ez li DMME'yê mafdar hatim dîtin. Ji ber vê dozê rewşa min çi be ya Rêber Apo jî bi heman rengî ye. Nekarîn bînin doza em li Dusseldorfê lê dihatin darizandin, bersûcê sereke Rêber Apo bû. Em hemû mafdar hatin dîtin. Di rewşeke wiha de ku her tişt li pêş çavan e, eger Emerîka hîn jî komployê dewam bike, piştre jî qala demokrasiyê, mafên mirovan û dostaniya bi Kurdan re bike, ev nabe. Tu yê rabe yê ku îradeya azad daye Kukrdan 22 salan li sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê bihêle, weke sûcdarê herî giran nêzî wî bibe, piştre jî rabe bi Kurdên cuda re, bi Kurdên ku wî hişmendî daye wî li Rojava, Başûr, Rojhilat, Bakur dostaniyê deyne, têkiliyê deyne, pesnê wan bide. Yên ku hesabê wê yekê dikin ku bi xwespartina li vê yekê PKK'ê biqedîne, Rêber Apo tune bike, hesabên şaş dikin. Bi wesîleya vê salvegerê bi vî rengî nabe. Em vê yekê bi rengekî eşkere dikarin bêjin. Bi wesîleya vê salvegerê divê her kes bi rengekî rast bifikire, rast binirxîne. Heman tişt ji bo hêzên din jî dikare bê gotin. Ewropayê roleke neyînî lîst. Rêber Apo rîskek ewqasî giran da ber çavên xwe. Bi berpirsyariyê rabû, berê xwe da Ewropayê. Di asta herî bilind a hiqûqa Ewropayê de çareseriyeke maqûl pêşkêş kir. Çû Romayê, ji Yekîtiya Ewropayê re got, 'fermo pirsgirêka Kurd çareser bikin, bila bandora we ya siyasî zêde bibe'. Xwedî lê derneketin. Elmanya berpirsyar e, Fransa berpirsyar e. Wê demê hikumeta Îtalyayê pêşniyar kir ku konferanseke Kurd bê lidarxistin, lê belê ev daxwaz red kirin. Xwedî lê derneketin. Berevajî hîn bêhtir hêz û piştgirî dan DYE'yê. Her tiştên bi daxwaza DYE'yê kirin. Li aliyên din ji bo Rûsya, Yewnanistan û Kenyayê tiştekî nabêjim. Ev di asta rêveberiyeke welê de bûn ku ji bo berjewendiyên biçûk xwe pêşkêşî bazarê dikirin. Sûcdar in. Siyaset, rêveberiya wê demê; yên li Moskowayê, Atînayê, Kenyayê bi rengekî eşkere korsantî kirin. Di berdêla hin berjewendiyên madî de Rêber Apo revandin û korsaniyeke wiha kirin ku encama wê di 15'ê Sibatê de Rêber Apo revandin û birin Îmraliyê. Yên niha li Rojhilata Navîn jî bi hin rolê rabûn. Bi rastî jî Îranê deriyên xwe girt. Nekarî xwe lê bigire. Pirsgirêka wan a Kurd heye. Lê belê dikarîbû helwesteke çareseriyê nîşan bida. Wê demê rêveberiya Misrê jî kete ber cezayê Husnu Mubarek. Me wê demê got, nekeve gunehê mezlûman, wê berdêla wê bide. Husnu Mubarek berdêla gunehê ku li Kurdan kir, da. Kê zilm li Kurdan kiribe, kê neheqî li wan kiribe mîna Husnu Mubarek wê berdêla wê bide. Ji ber ku yê ku derew hemû kir ew bû. Wî rê da ber rêveberiya Hafiz Esat. Bi rêveberiya Demîrel re ji bo hin tiştan teşwîq kir. Yanî bû aktorê sereke yê komploya rêveberiya Clînton meşand. Bi roleke gelekî neyînî tevgeriya. Divê rewşenbîrên siyaseta Misrê vê binirxînin. Nêrîna Husnu Mubarek parve nakin, lê belê Husnu Mubarek bi navê Misrê, bi navê civaka Misrê bi wê rolê rabû, ewqas neheqî li Kurdan kir. Wê demê divê mirov karibe hinekî efû bike. Di misilmantiyê sûcê herî mezin e ku mirov gunehê hinekî werbigire. Ji bo mirovekî rewşa herî giran e. Ew der di bin gunehê de ye, qada Ereb bi giranî ew guneh kiriye, Iraq, Sûriye, Misir ew guneh kirine. Di serî de PDK û YNK ji bo siyaseta Kurd jî heman tişt dikare bê gotin. Di vê komployê de bi roleke neyînî tevgeriyan. Berpirsyariyên xwe heye. 22 sal derbas bûn, tiştekî nabêjin. Wê çi bêjin? Beriya 22 salan Rêberekî Kurdan bi vî rengî neheqî û bêedaletî bû hedefa êrişeke komplogeriyê. Di nava sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê de tê hiştin. Yên ku ji xwe re dibêje 'Ez siyasetmedar, rewşenbîr, hunermend, lîder, rêveberê Kurd im li pêşberî vê rastiyê çi dibêjin? Divê tiştekî bibêjin. Bêdeng dimînin. Têkildarî dewamkirina sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê, têkildarî hiştina Rêber Apo li wê derê çi dibêjin? Ji ber ku ji bo rojekê jî be ev nêzîkatî ne rast e, sûc e. Niha 22 tijî kir. Li gorî hiqûqa Ewropayê di sala 15'an de diviyabû hatibûya berdan. Em jî bi vê hiqûqa Ewropayê zanin, 6 salan em di zindanê de man. Hema bêje hemû madeyên wê ji ber kir ku wateya wê fêhm bikin. Dibêjin di 25 salan de. DMME'yê biryara jinûve darizandinê da lê belê ti ji wan bi cih nehate anîn. Li aliyê din em ji aliyê xwe ve dersê jê derdixînin. Rêber Apo hevrêtiya kêm rexne kir. Di pêvajoya komployê de jî di têkoşîna 22 salan a piştî komployê de jî em li ser kûr dibin ku kêmasî çi ne. Em lêkolîn dikin, nîqaş dikin. Bi giranî di nava nêzîkatiyeke rexnedayinê de ne, hewl didin sererast bikin. Em hewl didin hevrêtiya kêm ji holê rakin û bibin hevrêyê Rêber Apo. Kêmasiyên me hene, şaşitiyên me hene. Me nekarî encama dixwazin bi dest bixin, ew meseleyeke cuda ye lê belê ji nava me tasfiyekar derketin, gotin ku berpirsyariya me nîne. Em bi wî rengî nabêjin. PKK a ku îro vî karî dike berpirsyariya xwe dibîne. Komplo di nava rewşeke wiha de ji aliyê van hêzan ve hate kirin. Yanî di astên cuda de berpirsyariya her kesî di vê komployê de heye. Di rewşa heyî de kes nikare bêje ku berpirsyariya xwe nîne. Sekna Rêber Apo ya 22 sal in li dijî sîstema êşkenceyê û tecrîdê ya li Îmraliyê nîşan dide berpirsyariya her kesî zêde dike. Divê her kes vê yekê bibîne.

(cx)