Mikurhatina çeteyekî: Şaneya me li pişt qetilkirina Şêx Ataliyoş El-Lafî El-Şetat e

Çeteyekî DAIŞ’ê li xwe mikur hat ku şaneya wan li pişt qetilkirina rûspiyê êla El-Igêdat a li gundewarê rojhilatê Dêrazorê Şêx Ataliyoş El-Lafî El-Şetat û kurê wî ye û wiha got, Serêkaniyê bûye cihê perwerdekirina çeteyan.

Mikurhatina çeteyekî: Şaneya me li pişt qetilkirina Şêx Ataliyoş El-Lafî El-Şetat e
9 sibat, 2021   00:44
NAVENA NÛÇEYAN-EHMED MIHEMED

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ji Adara 2019’an de ve operasyonên xwe yên li dijî şaneyên veşartî yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nexasim li gundewarên Dêrazorê didomînin. QSD’ê bi dehan şaneyên veşartî yên girêdayî gelek aliyan girtin.

Piştî çalakiyên şaneyan û sîuqastkirina rûspiyên eşîrên Ereb, kesayetên civakî li herêmê û berpirsên Meclisa Sivîl ên Dêrazorê, QSD’ê oparasyonên ewlehî li gundewarên Dêrazorê ji Tebaxa par de zêde kirin.

Şaneyên DAIŞ’ê rûspiyê êlên Ereb ên li herêmê Şêx Îbrahîm Xelîl Cedan El-Hefel hedef girtin, di encamê de Şêx Mutşer Hemod Cedan El-Hefel ku bi Şêx Îbrahîm El-Hefel re bû, jiyana xwe ji dest da. Her wiha şaneyên DAIŞ’ê hevseroka Meclisa bajarokê Til El-Şayir ê navçeya Deşîşa Seida Feysel El-Hermas û cîgira hevserokatiyê Hind Letîf El-Xidêr û Şêx Ataliyoş  El-Lafî El-Şetat û kurdê wî Mehmûd El-Şetat qetil kirin.

Çeteyan di 11’ê Çileya îsal de, êrişî mêvanxaneya rûspiyê êla El-Igêdat, Şêx Ataliyoş  El-Lafî û El-Şetat a li bajarokê Hewayic Ziban ê li rojhilatê Dêrazorê  kir û gule li wan reşandin, di encamê de şêx Ataliyoş  û kurê wî Mehmûd jiyana xwe ji dest da.

QSD’ê di çarçoveya operasyonên xwe yên ewlehiyê de endamên şaneyeke girîng a çeteyên DAIŞ’ê li Dêrazorê bi navê "şaneya aborî û zekatê li wîlayeta El-Xêr" û berpirsê dayîna biryara sîuqastkirina şêx Ataliyoş  El-Şetat girtin.

Şaneya navborî berpirsê komkirina pereyan ji şêniyên herêmê bû, ku ji bajarokê Şedadê yê başûrê Hesekê heta bi çemê Firatê û ji gundewarên bakur û rojhilatê Dêrazorê heta bi bajarokê Baxozê yê li ser sînorê Sûriyê-Iraqê pere ji şêniyan distandin.

Li gorî lixwemikurhatinên endamên şaneyê, ev şane berpirsê dayîna biryarên sîuqastkirinê ye, şane kesên ku pereyan nadin, kesên di nava QSD’ê û Meclisa Sivîl a Dêrazorê de çalak in, hedef digirtin. Her wiha berpirsê qetilkirina Şêx Ataliyoş  El-Lafî El-Şetat e.

Têkildarî mijarê, çeteyê vê şaneyê yê bi navê Abdulhemîd Ferhan El-Hemad (Ebû Beraa El-Hiwayêc) li ser şaneyê ji ANHA’yê re axivî û destnîşan kir ku şane ji 7 çeteyan pêk tê û ew şane berpirsê biryardayîna qetilkirina Şêx Ataliyoş  El-Lafî El-Şetat e. Ji ber li gorî idîa û angaştên wan Şêx Itliyo ji QSD’ê xwestiye ku oparasyonên ewlehiyê li bajarokên Şihêl û Zîban zêde bikin.

El-Hemad da zanîn ku wî bi xwe gef li endamên malbata Şêx Ataliyoş  xwarin û wiha got: "Min gef li kurê Ataliyoş  xwar. Ji ber ku Ataliyoş  agahî da QSD’ê ku ez berê di rêxistina DAIŞ’ê de bûm û ji Serêkaniyê vegerîme."

Çete Abdulhemîd El-Hemad ji bajarokê Hiwayic Zîban ê rojhilatê Dêrazorê ye û di 2000’î de ji dayik bûye, zewicî ye û zarokekî wî heye. El-Hemad ji eşîra El-Bocamil e, di Çileya 2015’an de bi destpêkirina derbasbûna DAIŞ’ê li Dêrazorê de tev li çeteyên DAIŞ’ê dibe.

 ‘PIŞTÎ DAGIRKIRINÊ, SERÊKANIYÊ BÛ CIHÊ PERWERDEYÊ’

El-Hemad di nava çeteyên DAIŞ’ê de karê "Polîsên Îslamî" li bajarokê Hiwayic Zîban dikir, lê bi rêzgarkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ’ê re, karê xwe di nava şaneyên çeteyan de li herêmê dikir û agahiyên leşkerî kom dikirin. Lê piştî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê Serêkaniyê dagir kir, El-Hemad revî wir, da ku perwerde bibe.

El-Hemad di Tîrmeha 2020’an de vedigere rojhilatê Dêrazorê û wek endamekî şaneya "aborî û zekatê ya wîlayeta El-Xêr" dixebite.

Li gorî çete El-Hemad, di dirêjahiya tevlêbûna wî ya li nava şaneyê de, zêdetirî 5 hezar dolar ji şêiyên li herêma beyarê ya Rewda kom kirine û di civîna şaneyê li beyara Rewda ya bakurê rojhilatê Dêrazorê li nêzî sînorê Iraqê de, radestî şaneyê kir.

Têkildarî êrişên li dijî rûspiyên eşîran, kesayetên civakê û karmendên rêveberiya sivîl a Dêrazorê, çete Abdulhemîd El-Hemad wiha axivî: "Me her kesên ku pere nedidan, kesên dixwest QSD’ê were herêmê û bi rêveberiya sivîl û hêzên wê yên leşkerî re danûstandin dikir, qetil dikirin."

Piştî QSD’ê şane ji hev kir û çeteyekî wê yê bi navê Ebû Raşid Hiwayic li beyarê Rewda bi rêya oparasyoneke ewlehî kuşt, Çete El-Hemad li ser bendeke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li bajarokê Hewayic Zîban hate girtin.

Li herêmê gelek şaneyên ku girêdayî piraliyan hene, jê girêdayî DAIŞ’ê ne, hin jî girêdayî hikumeta Şamê û girêdayî MÎT’a Tirk in. Ev şane ewlehî û aramiya herêmê hedef digirin û hewl didin bi hedefkirina şêx, rûspiyê eşîran, karmendên saziyan û şêniyan fîtneyên etnîkî biafirînin.

(fr)

ANHA